Jinên SKM'yî: Ji ber şewbê jin bêtir bi tundiyê rû bi rû dimînin 2020-04-17 12:11:46   STENBOL- Jinên SKM'yî li Stenbol û Îzmîrê çalakî li dar xistin û anîn ziman ku ji ber şewbê jin bêtir bi tundiyê rû bi rû dimînin.   Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) li Stenbol û Îzmîrê derbarê tundiya li ser jinê ya ku her diçe zêde dibe de çalakî li dar xistin. Jinên Sosyalîst ên li Kuçeyên Nurtepe, Zafer, Şîrinevler, Kadikoy yên Stenbolê derketin derve bal kişandin ser medyaya îktidarê ya ku dibêje 'Di rewşa şewbê de tundiya li ser jinê  kêm bûye'.   Jinan diyar kirin ku nûçeyên bi vî rengî derew in û gotin berojavî vê yekê tundî zêde dibe û bi qebûlkirina zagona înfazê ya ku bû sedema berdena tecawizkar, kesên îstismarê dikin, kujerên jinan, tundî zêdetir bû.    Li Îzmîrê jî çalakiya jinê sosyalîst pêk hat   Li Bornovaya Îzmîrê jinên SKM'yî pankarta bi nivîsa "Tundiya mêr ji Vîrusa Koronayê kujertir e" hildan. Polîsan jinên sosyalîst kir bin çavan û piştî ku ceza li wan birîn ew serbest berdan. Jinên SKM'yî yên bang li AKP'ê kirin wiha gotin:"Em ji bo ku bêjin 'em teslîmî tundiya we nabe' em hene. Ji bo em sîstema tecawizkar û kujeran serbest berdidin biguherin hene. Em her hebûn em ê her hebin."