'Di 2020'an de bi sedhezaran zarok dikarin jiyana xwe ji dest bidin' 2020-04-17 09:26:19   NAVENDA NÛÇEYAN - NY'ê diyar kir ku ji ber aboriya global a ku bi lez disekine di 2020'an de bi sedhezaran zarok dikarin jiyana xwe ji dest bidin.   Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres rapora bandora Vîrusa Koronayê ya li ser zarokan aşkere kir.    'Gelek zarok ji ber interneta wan tune ye dikavin nav koma dezavantajê'   Antonio diyar kir ku li tevahiya cîhanê gelek zarok nikarin biçin dibistanê. Li gelek dibistanan perwerdeya ji dûr ve heye lê hemû zarok nikarin ji vê sûdê bigirin. Antonio got gelek zarok ji ber interneta wan tune ye dikavin nav koma dezavantajê. Her wiha Antonio got piştî Vîrusa Koronayê gelek zarok di warê xwarinê de di tengasiyê de ne.   'Zarok bêtir dibin şahidê tundiya di nav malê de'   Antonio anî ziman ku zarok di nav malê de di rojên karantînayê de bêtir dibin şahidê tundiya di nav mal de û tundiya îstimarê. Antonio derbarê berdana dibistanê ya zarokên keç û ducaniya zû ya wan de hişyarî kir û got divê şirketên medyaya civakî li dijî tundiya li ser internetê tevdîrê bigire.    'Di 2020'an de bi sedhezaran zarok dikarin jiyana xwe ji dest bidin'   Di raporê de hat gotin ji ber aboriya global a ku bi lez disekine di 2020'an de bi sedhezaran zarok dikarin jiyana xwe ji dest bidin.   Li gor raporê hat gotin dikara 42 û 66 milyon zarokên nû yên bi birçiyê rû bi rû dimînin li hejmara 386 milyon zarokên bi birçîbûnê rû bi rû dimînin zêde bibe.