Mizgîn Xelîl: Divê hesebê van êrîşan ji dewleta tirk bê pirsîn 2020-04-17 09:21:00   Dilûcan Bozî   KOBANÊ- Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl, derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Wargeha Mexmûrê nirxandinên  girîng kir û wiha got: "Dewleta tirk dixwaze careke din gelê Mexmûrê bi koçberiyê re rû bi rû bihêlê. Divê hesabê van êrîşan ji dewleta tirk bê pirsîn.”   Dewlat tirk her dem êrîşên xwe li ser Başûrê Kurdistanê û bi taybet li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî  (Mexmûr) dike. Bi sala ne êrîşên dewlta tirk ên li ser Başurê Kurdistanê tê kirin û rê jî li ber nayê girtin. Dewleta tirk di 15'ê Nîsanê de bi balafirên keşfê yên bi çek êrîşî  herêma  Zînî wartê û Wargeha Mexmûrê kir. Di encama van êrîşan de sê jinên ciwan jiyana xwe ji dest dan. Beriya van êrîşan dewleta tirk hewl da ku komên girêdayî xwe derbasî wargehê bike, lê her vîna gelê wir rê li ber digirt. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl êrîşên dewleta tirk ên li ser Wargeha Mexmûrê nirxand û ji ajanasa me re parve kir.   ‘Dewleta tirk dixwaze careke din gelê Mexmûrê koçber bike’   Mizgînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nêzikhatiyên hikûmeta PDK'ê ya li hember Wargeha Mexmûrê û wiha pê de çû: "Em sersaxî ji malbata hersê jinên ciwan re dixwazin û êrîşên dewleta tirk yên hovane yên li ser  herêma Zînîwartê û gelê Mexmûrê bi tundî şermezar dikin. Ev demeke dirêj e êrîş li ser Başûrê Kurdistanê tê kirin û bi taybet li ser Wargeha Mexmûrê. Her kes dizane ku gelê Mexmûrê gelekî penaber e û ev  26 sal in li wir, dijîn. Gelê wargehê li ser fikir, felsefe, dîrok  û baweriya netewa demokratîk, mezin bûne. Ji bo vîn û têkoşîna wan tune bikin dewleta tirk bi alîkariya PDK'ê di her demêkê de êrîşên cur be cur li ser wargehê pêk tîne. Armanca dewleta tirk ya dagirker ku piştî 26 sal li ser koçberiya gelê Mexmûrê re careke din wan koçber bike.  Gel jî li hemberî van êrîşan xwedî helwest in."   ’Hikûmeta  PDK'e bi zanebûn helwestên xwe diyar nake’   Mizgînê di berdewamiya axaftina xwe de teqez kir ku PDK bi zanebûn li dijî êrîşan helwestên xwe nîşan nade û wiha domand: "Êrîşên ku li ser Başurê Kurdistanê tên kir bi destê PDK'ê ye, ji ber ku rojane ev dever tên topbarankirin û sivîl jiyana xwe ji dest didin. Hikûmeta  PDK'e bi zanebûn helwestên xwe diyar nake. Ev jî tê wateya ku hevlabendiyeke  lihevkirinê di navbera dewleta trik û hikûmeta PDK'ê de heye. PDK li gor berjrwendiyên xwe tev digere, wê demê dewleta tirk bi awayekî rehet dikare êrîşên xwe pêk bîne û yên ku dibin qurbanî jî sivîl in. Pêwîst e PDK helwestên xwe zelal bike û li gorî berjiwendiyên gel tev bigere."   ‘Jiyana şêniyên Mexmûrê di xeteriyê de ye’   Mizgînê di dawiyê de  destnîşan kir ku pêwîst e PDK helwestên xwe zelal bike û tedbîran li hember belavbûna Vîrûsa Korona bigire û wiha bi dawî kir: "Demeke dirêj e ku Vîrûsa Korona li seranserê cîhanê belav bûye û jiyana mirovan di xeteriyê de ye.  Ev yek jî metirsiyekê li ser jiyana gelê Mexmûrê çêdike, ji ber ku ev 9 meh in gel ji aliyê PDK'ê ve di dorpêçê de ye. Bi sedema dorpêça girankirî ya li ser wergehê, derfetên gel yên jiyanê jî her ku diçe kêmtir dibe. Ger ku li wargehê bûyerên cuda rû bidin wê demê hikûmeta  PDK'ê  berpirsyar e.”