Welatiyên ku ava wan hatiye birîn: Her sal heman derd 2020-04-17 09:19:00   MÊRDÎN - Welatiyên taxa Cumhuriyetê  ya Mîdyatê diyar kirin ku tevî bangên ‘li malên xwe bin’ yên li dijî vîrusa koronayê ev hefteyek ava wan hatiye birîn û gotin ku ji kanî û çalan hewcedariya xwe ya avê pêşwazî dikin. Welatiyan da zanîn ku tevî bi dehan carî serlêdan kirine jî encam negirtine.   Li Mêrdînê heta niha ji ber vîrusa koronayê 8 tax ketine bin karantînayê û tevî bangên ‘li malê bin’ jî welatî neçar dimînin derkevin derve. Yek ji van deveran jî taxa Cumhuriyetê ya girêdayê navçeya Mîdyata Mêrdfînê ye. Hat diyarkirin ku bi hefteyan e av ji wan re nehatiye dayîn. Taxa ku 6 hezar nifûsa wê heye, hat gotin ku tevî hemû daxwazname û serlêdanên welatiyan yên li îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Mêrdînê (MARSU) pirsgirêk nehatiye çareserkirin.   Welatiyan daxuyakirin ku ji ber tehîda vîrusê bi fikarin û hewcedariya xwe ya avê ji bîr û kaniyan peyda dikin û gotin divê demildest pisgirêk bê çareserkirin.   ‘Dibêjin li malê bin, lê avê nadin’   Ji şêniyên taxê Çelîk Şîrîn berteka xwe wiha anî ziman: “Her sal em heman tiştî dijîn. Av tê birîn. Hefteyekê naherike. Piştre çend rojan du sê saetan ber didin. Piştre digirin. Em daxwazname didin. Gilî dikin. Lê tiştek nayê kirin. Di van rojên vîrus heye de dibêjin li malê bin. Lê em bê avin. Dibêjin li malê bin lê avê bernadin.”