‘Zarokên me niha di bin rîska mezin de ne’ 2020-04-17 09:05:00   AMED - Dayika girtiya nexweş Leyla Uyanik a li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne, Şehrîban Uyanik diyar kir ku yên ev qanûn derxistine bila destê xwe bidin ser wijdana xwe û zarokên wan di ber çavan re derbas bikin û got zarokên wan niha di bin xetereya mezin de ne.   Piştî qanûna înfazê  di meclîsê re derbas bû şûnde, nîqaş didomin. Di 3’emîn Pakêta Darazê de 70 xal cih digirin û hemû bi dengên AKP-MHP’ê hatine erêkirin û bi vê re tê payîn ku 90 hezar girtiyên edlî bên berdan. Girtiyên siyasî jî di vê qanûnê de cih negirtin. Malbatên girtiyan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku ev nikare bê qebûlkirin. Dayika girtiya bi navê Leyla Uyanik a li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne, Şehrîban Uyanik, bertek nîşanê qanûnê da.   ‘Bi çavsoriyek mezin îşkence li keça min kirin’   Şehrîbanê bi lêv kir ku keça wê Leyla di 2016’an de di qedexeya derketina derve ya Sûrê de hatiye girtin û got: “Keça min bi îşkencê hat binçavkirin. 4 mehan li girtîgeha Tîpa E ya Amedê ma. Pişre surgunê Sîncanê kirin. Di binçavan de hemû parsuyên wê şikestibûn. Pozê wê diranên wê şikandibûn. Îşkenceyên giran lê kiribûn. 5 sale girtî ye. Di greva birçîbûnê de zehmetiyên mezin kişandin. Niha hem ji çav û hem jî ji diranên xwe nerehete. Sala borî di gurçikên wê de kevir hat tespîtkirin. Tenê carekê birin beşa lezgîn. Tu tiştek nekirin û şandin girtîgehê.”   ‘Vê qanûnê em xemgîn kirin’   Şehrîbanê destnîşan kir ku hemû kes dizanin ku zarokên wan bê sûcin û got: “Yekane sûcê zarokên me Kurdbûna wan e. Xwedê em Kurd anîn. Şerê li dijî me dikin jî di esasê de li dijî Xweda ye. Zarokên me dizî nekirin, kes nekuştine. Tiştekî xerab nekirine. Zarokên me xwestin wek Kurd bên nasîn. Em niha jî bûn şahidê qanûna nû. Bi rastî me tiştek ji dewletê nedipa. Qanûnên wisa her tim ji bo diz û kujeran bi fêde ne. Bi salane em şahidiya vê dikin. Yên kujer, diz û êrîşkar hatin berdan. Lê zarokên me yên bê sûc nehatin berdan. Vê qanûnê em gelek xemgîn kirin. Ji ber zarokên me niha di bin xeterek mezin de ne.”   ‘Ger em bimrin hun ê jî bimrin’   Şehrîbanê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin rêveberiya girtîgehê li dijî vîrusê tu tedbîr negirtiye û got dema nû vîrus derketiye koxuş carekê hatine dezenfektekirin û ji bilî vê tiştek nehatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gardiyan bê lepik û rûpûş digerin. Diçin cem zarokên me û tên. Heta zarokên me tehdîd jî kirine. Lê zarokên me ji wan natirsin. Ji mirinê natirsin. Zarokên me gelek tişt jiyan. Gardiyanan ji zarokên me re gotine ‘em bimrin hun ê jî bimrin’. Ev tiştên wisa ji bo me gelek biçûkin. Ji ber her tim tiştên wisa dikin. Li girtîgehan pirsgirêka paqijiyê heye. Piştî vîrusê biha zêde bûn. Gardiyan dema xwarinê belav dikin lepikan bi kar tînin.Bi heman lepikan destên xwe didin her derê. Em gelek bi fikarin. Divê xwedî li girtiyên siyasî bê derketin. Divê demildest girtiyên siyasî jî bikin vê nava vê qanûnê û bên berdan.”