'Heta xetereya Vîrusa Koronayê hebe wê hemşîre û rewşenbîr li ser benda kontrolê bin' 2020-04-17 09:02:00   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Li dijî Vîrûsa Koronayê roj bi roj tedbîrên Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn zêde dibin. Ji Rêveberiya Nexweşxaneyê Şêrîn Îsmaîl anî ziman ku wan ji 4 ekîbên ji hemşîreyên Heyva Sor û rewşenbîrên tenduristiyê pêk tên, li ser bendên kontrolê bi cih kirine û nexweşan derman dikin.    Roj bi roj xeteriya Vîrûsa Koronayê ya li ser cîhanê zêdetir dibe û bû sedema mirina bi hezaran kesî û hê jî pêla mirina kesan li gelek welatan bi lez û bê navber dewam dike. Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gelek tedbîrên xwe girtine.    Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn a navçeya Til Temirê ku ev du sal in di nava pêşbirka parastina jiyana mirovan û xilasiya wan ji mirinê de ye, li dijî Vîrûsa Korona gelek tedbîr girtiye. Têkildarî vê mijarê Rêveberiya Nexweşxaneyê, hemşîre û rewşenbîrên tenduristiyê axivîn. Her wiha me berê xwe da bendên kontrolê jî û tevgera hemşîre, rewşenbîr û nexweşan jî şopand.    'Da ku kombûyîn çênebe, nexweş li ser bendên kontrolê tên dermankirin'   Şêrîn derbarê tedbîrên ku ji bo nexweşxaneyê û nexweşan girtiye wiha bi lêv kir: "Me du konên ku ji bo kesên ku ji rewşa wan bi guman in çêkirin. Dezefekirina Nexweşxaneyê hat kirin. Lê ev tedbîr têrê nekir. Ji ber ku navendên tenduristiyê yên taybet hatine girtin, kombûyîneke zêde li Nexweşxaneyê çêdibû, ji ber wê me ev mijar nîqaş kir û em gihiştin çareseriyekê ku em 4 ekîbên ku ji hemşîre û rewşenbîrên tenduristiyê ku ew jî girêdayî nexweşxaneyê ne li ser bendên kontrolê bi cih bikin û nexweşan li wir derman bikin, da ku kombûyîn li nexweşxaneyê çênebe."   'Heta xetereya Vîrusa Koronayê hebe wê hemşîre û rewşenbîr li ser benda kontrolê bin'    Şêrînê derbarê dema mayîna hemşîre û rewşenbîran  a ser benda kontrolê wiha anî ziman: "Hemşîre û rewşenbîr li ser bendê Hesekê, Xêbiş, Qamişlo û Serêkaniyê yên ketin û derketina ji navçeyê, bi cih dibin. Heta ku xeteriya korona hebe wê hemşîre û rewşenbîrên me li ser bendê kontrolê bin, ji bo wê jî me nobet çêkirine. Hemşîre û rewşenbîr wê ji saet 08:00 heya 12:00'an  li ser benda kontrolê bimînin û nexweşan derman bikin."   'Eger rewşa wan giran be wan dişînin nexweşxaneyê û tên dermankirin'   Şêrînê derbarê dermanê ku di tûrikê hemşîreyan de jî wiha got: "Ji ber niha rewşa hewayê tê guhertin û nexweşên buharê jî zêde dibin, ev derman ê bi wan re ye: Dermanê koxikê, zekem, hesasiya buharê, an jî bihêntengî, îltîhaba zarokan û dermanê sincirandina laş. Derziya rantedîn a ku ji bo kesên bi jehrî bikevin jî hene, ji ber ku dema pêşiya me de wê gelekî gerim be û rewşên jehirbûnê jî wê derkevin. Kesên ku rewşa wan jî giran be wan dişînin nexweşxaneyê û li vir tên dermankirin."   'Rojane zêdetirî 150 nexweş ser bendê tên dermankirin'   Hemşîreya Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn Rîma Dawê ku li ser benda kontrolê ye wiha axivî: "Beriya kesên nexweş derbasî nava navçeyê bibin û berê xwe bidin nexweşxaneyê, em li vir li rewşa wan dinêrin, eger nexweşiya wê/î sivik be em derman dikin û yên ku rewşa wan giran be jî em wan dişînin nexweşxaneyê. Rojan e zêdetirî 150 nexweşê/î ser 4 bendan tên dermankirin. Eger rewşên bi guman ê vîrûsê derkevin jî, da ku derbasî navçeyê û nava gel nebe em ê wan bikin bin karantînayê. Heta niha jî tu rewşên wiha pêk nehatiye."   'Hemşîre wan derman dikin em jî nîşaneyên vîrûsê şîrove dikin'   Xebatkara Tenduristiyê Emel Mîrzo jî wiha got: "Dema ku nexweş tên hemşîre wan derman dikin, em jî derbarê nîşaneyên Vîrûsa Koronayê de, ji wan re şîrove dikin. Vîrûsa ku bi deng û nexweşiya xwe jî li tevahî cîhanê belav bûye, da ku negihêje gelê me yê vir em hewl didin ku di gel de têgihiştinek derbarê vîrûsa de bi rengekî rast çêbikin. "