Malbatên girtiyan: Ev biryar dijminatiya li dijî kurdan e 2020-04-17 09:01:00   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Malbatên girtiyan derbarê biryara qnûna ku hat dayîn de  axivîn, bertekên xwe anîn ziman  û gotin ev biryar berdewamiya dijminatiya li dijî kurdan e.   Zext, zordarî û êrîşên li dijî girtiyên siyasî ku di girtîgehan de ne bê navber berdewam dikin.  Ji ber vîrûsa koronayê(Covîd-19) ku li Tirkiyê belav bûye li ser daxwaza AKP-MHP’ê  paketa darazê ya nû hatibû amadekirin. Paket di Lijneya Giştî ya Meclîsê de bi dengên MHP û AKP’ê hat qebûlkirin û girtiyên siyasî li dervî vê pakêtê hatin hiştin. Bi vê biryarê carekedin dijminatiya li dijî kurdan û girtiyên siyasî li ber çavan hat raxistin. Malbatên girtiyan, derbarê Pakêta Darazê ya nû de  axivîn û bertekên xwe anîn ziman.   Dayika girtiyê bi navê Osman Beytur ku 12 sal ceza lê hatiye birîn û di Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê de ye Hatîce Beytur,  bang li dewletê kir û wiha got: “Çima kujerên jinan, kesên li dijî zarokan êrîşa zayednî dikin û kesên hişbirfiroş tên berdan û girtiyên siyasî nayên berdan. Zarokên me bi tenê doza nasname xwe kirine û gotine em kurd in. Ji ber wê jî îro di girtîgehan de tên girtin. Divê bi awayek wekhev nêzî hemû girtiyan bibin. Çima cûdahiyê dixin navbera girtiyan. Daxwaza me ku ew e ku zarokên me jî bên berdan. Divê hemû kes li hember vê biryarê mil bide hev û têkoşînê mezin bike. Ji ber şewba koronayê ku belav dibe tu ewlehiya girtiyan tüne ye. Ev nexweşî jiyana zarokên me dixe xeterê. Her wiha berhemên paqijiyê û yên hijyenik nadin girtiyan. Dê zarokên me çawa li hember vê şewbê xwe biparêzin. Ji bo tendirustiya girtiyan di girtîgehê de tu ewlehî nehatiye girtin. Bi tenê hevdîtinên malbatan qedexe kirine.”   Hdatîceyê diyar kir ku heta zarokên wan neyên berdan wê têkoşîna wan bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Emem li dijî vê hovîtiyê û neheqiyê  bêdeng namînin û em ê ji bo zarokên xwe têbikoşin. Di vî pêvajoyê de li girtîgehan derûniya girtiyan xirap dibe. Dewlet dixwaze ku zarokên me di girtîgehan de jiyana xwe dest bidin û cinazeyên wan ji wir derbikevin. Em nizanin niha ew di çi rewşê de ne. Bi vê biryarê carekedin nîşandan ku ew kurdan naxwazin û dijminatiya xwe ya li dijî me kurdan nişan dan. Neviyê min 5 salin bavê xwe nedîtiye tim ji min re dibêje kanê bavê min. Em dixwazin girtiyên siyasî jî bên berdan.”   ‘Bila deriyê zindanan di demek nêz de vekin’   Dayika girtiya bi navê Zeynep Mete ku di 2 salin girtî ye û saleke di Girtîgeha Girtî ya Sîncanê ya Enqerê de tê girtin Rahîme Mete, got keça wê berê ji dozeke din hatiye darizandin lê jê beraat kiriye û niha ji dozeke din girtî tê darizandin. Rahîme, banga tahlikirina girtiyên siyasî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça min di girtîgeha Şirnexê de bû. Lê piştre wê sirgûnê girtîgeha Sîncanê kirin. Piştî keça min birin girtîgeha Sîncanê ji ber ku aboriya me nebaşe em nikarin biçin hevdîtina wê. Niha jî ev nexweşî derketiye û rewşa girtiyan dibin xeterê de ye. Li derve em nikarin ji malên xwe derbikevin herin mala cîranên xwe. Lê zarokên me yên di nava çar dîwaran de jiyana wan di xeterê de ye. Bila zarokên me hemûyan berdin. Çima zarokên me ji vê Pakêta Qanûnê ya nû bêpar hîştin. Eev bêedaletiye û tu carî nayê qebûl kirin. Zarokên me ber bi mirinê ve dişînin. Ger di girtîgehan de tişt bi zarokên me bê berpirsyarê wê îqtîdar bi xwe ye. Em li dijî vê bê edaletiyê bêdeng namînin. Bila deriyê zindanan di demek nêz de vekin û zarokên me berdin.”   ‘Bêdengî mirin e’   Hevjîna girtiyê bi navê Onder Poyraz ku cezayê heta hetayê lê hatiye birîn û 10 sal jî cezayê hûcreyê lê birîne  Fîrdevs Poyraz, diyar kir ku AKP-MHP’ê bi biryara ku dan re cûdahî kirine navbera girtiyan û wiha got: “Rewşa girtiyan nebaşe. Ev nexweşî li girtîgehan jî belav bûye. Em naxwazin ku tu tişt bi girtiyan bê. Em dixwazin ev biryara ku hatiye girtin ji bo xizmên me jî derbasdar be. Hevjînê min ji xwe  nexweşe. Di 31’ê Çileyê de ji bo rakirina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiribû û wê demê gelek nexweş  ketibû. Ji ber nexweşiya wî piştî çalakiyê bi tenê carekê birine nexweşxaneyê. Kezeb û gûrcikên wî nebaşin. Rewşa wî her ku diçe xiraptir dibe. Ji ber vê jî em dixwazin hemû girtiyên siyasî bên berdan. Em naxwazin dilê dayikan bişewite. Mafê girtiyên siyasî ye jî ku bên berdan. Bila destên xwe bidin ser wîcdana xwe. Keça min niha bavê xwe nas nake. Bila hevjînê min û hemû heval û hogirên wî berdin. Bila girtiyên siyasî berdin. Ji ber vê nexweşiyê em naxwazin cenaze ji girtîgehan derbikevin. Divê em malbatên girtiyan li dijî vê biryarê  dengê xwe bilind bikin. Bêdengî mirin e.”