ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2020’AN 2020-04-17 09:00:00   *Li dijî Vîrûsa Koronayê roj bi roj tedbîrên Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn zêde dibin. Ji Rêveberiya Nexweşxaneyê Şêrîn Îsmaîl anî ziman ku wan ji 4 ekîbên ji hemşîreyên Heyva Sor û rewşenbîrên tenduristiyê pêk tên, li ser bendên kontrolê bi cih kirine û nexweşan derman dikin. DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku cihê xwe di parastina kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê de digirin di derbarê parastina kampê de wiha dibêjin: "Parastina gelê me erka me ye. Em ji bo we kar dikin hûn jî ji bo me li malê bimînin. Divê gelê me biryaran baş pêk bînin." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Qedriyê Mistafa  rojên xwe  di qedexeya derketina derve de bi dirûnê tije dike û ji bo karê xwe wiha dibêje: "Ez hewil didim ku bi karê dirûnê dema xwe tije bikim. Li gorî derfetên heyî em ê xwe ji vîrûsê biparêzin. Divê gelê me ji bo parastina jiyana xwe biryaran baş pêk bînin." DÎMEN HEYE   *Malbatên girtiyan derbarê biryara qnûna ku hat dayîn de  axivîn, bertekên xwe anîn ziman  û gotin ev biryar berdewamiya dijminatiya li dijî kurdan e. DÎMEN HEYE   *Dayika girtiya nexweş Leyla Uyanik a li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne, Şehrîban Uyanik diyar kir ku yên ev qanûn derxistine bila destê xwe bidin ser wijdana xwe û zarokên wan di ber çavan re derbas bikin û got zarokên wan niha di bin xetereya mezin de ne.   *Remziye Bor a 7 meh û nîv ducanî bû di encama serdegirtina polîsên taybet a mala li mala  xwe de, hat qetilkirin û di ser bûyerê re 4 sal derbas bûn. Der barê qetilkirina wê de tu lêpirsîn nehat vekirin û di dosya hat amade kirin  de jî wek ‘kiryar nediyar’ derbasî qeydan bû. Neval a ku dema dayika wê hat qetilkirin di zikê dayika xwe de bû û bi sezeryanê hat girtin jî hem bê dê û hem jî bê bav ma.   *Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar kir ku qanûna înfazê di çarçoveya vîrusê de nehatiye derxistin, li dijî Destura Bingehîne û got: “Divê ji bo girtîgehan zêdetir têkoşîn bê dayîn. Divê muxalefet û hêzên demokrasiyê bi piştevanî û têkoşînê ligel hev cih bigirin.” BI DÎMEN   *Seroka Malên Gel a Bartinê Yonca Alemdar ku ji ber pirsgirêka nebûna rûpûşan, li malê rûpûş çêkir û li bazarê li jinan belav kir, hat binçavkirin got: “Dixwazin pêşî li torên piştevaniyê bigirin. Lê ez ê çêkirina rûpûşan bidomînim. Rûpûşê jinan tune ji ber vê ez ê çêbikim.”   *Welatiyên taxa Cumhuriyetê  ya Mîdyatê diyar kirin ku tevî bangên ‘li malên xwe bin’ yên li dijî vîrusa koronayê ev hefteyek ava wan hatiye birîn û gotin ku ji kanî û çalan hewcedariya xwe ya avê pêşwazî dikin. Welatiyan da zanîn ku tevî bi dehan carî serlêdan kirine jî encam negirtine.   *Endama ATO MYK’ê Doktor Gulgun Kiran der barê vîrusa koronayê de nirxandin kir û got kêmasiyên di qada tenduristiyê de hîna didomin û got: “Pêvajoyeke ku dawiya wê nayê dîtinê ye. Tê gotin ku dawiya mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê wê biqede. Lê dawiya vê nayê dîtin.”   *Cenazeyê Agît Îpek yê li Dêrsîmê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, bi postayê ji malbata wî re hatibû şandin. Endama DÎK’ê Huda Kaya der barê mijarê de axivî û got: “Li vî welatî me şahidiya gelek pêkutiyan kir. Tiştên li jinan hatin kirin, cenazeyên bi erdê re hatin kaşkirin, mirovên hatin şewitandin. Kal û pîr… Tişta li cenazeye Agît Aslan hat kirin jî berdewama nebaşiya pêkutiyan e.”   * Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl, derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Wargeha Mexmûrê nirxandinên  girîng kir û wiha got: "Dewleta tirk dixwaze careke din gelê Mexmûrê bi koçberiyê re rû bi rû bihêlê. Divê hesabê van êrîşan ji dewleta tirk bê pirsîn.”  DÎMEN HEYE