Îxbara di nav malê de ji sedî sed zêde bû 2020-04-16 15:42:55   STENBOL  -Li gor tabloya Federasyona Komeleyên Jinê ya Tirkiyeyê ya Adara 2019-2020'an a "Xeta Alîkariya Lezgîn a Tundiya di nav Malbatê de" îxbara di nav malê de ji sedî sed zêde bû.   Piştî Vîrusa Koronayê ji ber ku gel mecbûr in li malên xwe bimînin li dijî tundiyê "Xeta Alîkariya Lezgîn a Tundiya di nav Malbatê de" ket meriyetê. Hat diyarkirin ku îxbara di nav malê de ji sedî sed zêde bû. Li gor tabloya Federasyona Komeleyên Jinê ya Tirkiyeyê ya Adara 2019-2020'an a "Xeta Alîkariya Lezgîn a Tundiya di nav Malbatê de" îxbara di nav malê de ji sedî sed zêde bû.   Tabloya li gor daneyên federasyonê wiha ye:   "*Di hejmara gera xetê de ji sedî 7 zêdebûn çêbû.   *Daxwaza ji bo stargehan ji sedî 78 zêde bû.   *Daxwaza alîkariya hiqûqî ji sedî 96 ket. (Baro girtîne)   *Hejmara kesên bi tundiya derûnî rû bi rû tên hiştin ji sedî 93 zêde bû.   *Vakayên lezgîn ji sedî 30 zêde bûn.   *Hejmara kesên bi tundiya fizîkî rû bi rû tên hiştin ji sedî 80 zêde bûn.    *Îxbara di nav malê de ji sedî sed zêde bû."