WHO: Li Tirkiyeyê hejmara weqayan zêde dibin 2020-04-16 15:39:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrektorê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku Tirkiye, Îngilistan, Ûkrayna, Belarûs û Rûsya kêmbûn tuneye zêdebûna weqayan heye.   Dîrektorê Herêma Ewropayê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Hans Henrî Klûge, têkildarî rewşa dawîn a Ewropayê daxuyanî da. Hans, diyar kir ku daneyên pozîtîf ên ji Almanya, Îspanya, Îtalya û Swêdê tên û wiha got: “Tirkiye, Îngilistan, Ûkrayna, Belarûs û Rûsya kêmbûn tuneye zêdebûna weqayan heye.”   Hans, destnîşan kir ku ji bo Ewropayê 2 hefte gelek krîtîk e û ev tişt anî ziman: “Ji Almanya, Îspanya, Îtalya û Swêdê daneyên pozîtîf tên. Lê welatên ku gelek kêm başbûn heye jî hene. Di nav van welatan de Tirkiye, Îngilistan, Ûkrayna, Belarûs û Rûsya hene.”