'Zaroken ku dibin şahidê tundiyê bi travmayê re rûbirû dimînin' 2020-04-16 13:07:17   ENQERE - Têkildarî zêdebûna tundiya li dijî jinê, DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Di pêvajoya vîrûsê de tundiya derûnî, aborî, dijîtal, fizîkî û zayendî ya li ser jinê zêde bûye û zarokên ku şahidiya vê tundiyê dikin travmayê re rûbirû dimînin.”   Komîsyona Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Koma Xebatê ya Jinan a Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Milê Tenduristiyê û Bijijkiya Jinan a Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), têkildarî zêdebûna tundiya li dijî jinê ya di rojên vîrûsa koronayê û qanûna înfazê de daxuyaniyeke hevpar dan.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di rojên vîrûsa koronayê de jinên ku ji bo tevdîrê li malên xwe dimînin tundî li wan tê kirin û ev tişt hat gotin: “Li gorî lêkolînên ku têkildarî tundiya li ser jinê hatine kirin di pêvajoya vîrûsê de tundiya derûnî, aborî, dijîtal, fizîkî û zayendî ya li ser jinê zêde bûye û zarokên ku şahidiya vê tundiyê dikin travma derbas dikin.”   'Divê giliyên ku tên kirin bê nirxandin!'   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jin di mijara serlêdana yekîneyên li dijî tundiya li hemberî de xwe de ji ber vîrûsa koronayê pirsgirêkan dijîn û ev daxwaz hatin kirin: “Divê şertên serlêdanên jinan ên ji bo tundiya li hemberî wan bên başkirin. Jinên ku tundî li wan hatiye kirin, divê bi awayekî bi bandor sûd ji xizmetên tenduristiyê û edlî bigirin. Ji bo ku dadgeh pêşî li dosyayê tundiya nav malê binêrin divê sererastkirin bê kirin. Divê şertê jinan ên li malê li ber çav bê girtin û li gorî vê yekê giliyên kesên sêyemîn ên têkildarî tundiya li ser jinan bê nirxandin.”   'Divê tundiya li hemberî jinê bi dawî bibe'   Di berdewama daxuyaniyê de têkildarî sererastkirina înfazê jî nirxandin hatin kirin û têkildarî mijarê ev tişt hat gotin: “Desthilata siyasî, di çarçoveya pêvajoya pandemiyê de armanc û pêkanînên xwe yên serweriya zilam ji rojevê kêm nake û çêkirina xwe ya qanûnên serweriya zilam didomîne û faîlên tundiya zayendî diparêze. Di vê pêvajoyê de bibin sedema zêdebûna tacîzên zayendî, îstismar û tecawizê. Ev yek ji hêla me ve nayê pejirandin. Bila tundiya li jinan bi dawî bibe. Divê polîtîkayên li dijî tundiya jinê hê bi bandor pêk bên.”