PE: Dewleta Tirk girtiyên siyasî bi vîrûsê re rûbirû hişt 2020-04-16 11:18:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê li dijî qanûna înfazê ya cihêkar a Tirkiyeyê helwest nîşan dan û gotin: ''Desthilata Tirk girtiyên siyasî bi rîska vîrûsê re rûbirû hiştin."   Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê bal kişandin ser qanûna înfazê ya cihêkar a Tirkiyeyê. Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor û ji Komîsyona Parlamentoya Têkel a YE-Tirkiyê Sergey Lagodîsnky li dijî guherîna yasaya înfazê ya cihêkar daxuyanî dan.   Parlamenterên YE'yê di daxuyaniyê de bi bîr xistin ku parlamentoya Tirk bi guherîna yasayê ya ku pê 90 hezar mehkûm têne berdan lê girtiyên ji ber aktîviteyên siyasî venahewîne rê li ber 'şikestineke mezin a hêviyêkiriye'' û bi berdewamî diyar kirin wan hêvî dikir ku parlamentoya Tirk bi guherîneke qanûnê ya dadmend, berpirs û ne cihêkar jiyana girtiyên ku li girtîgehên pir tije ne xilas bike.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Partiyên desthilatê bi zanebûn jiyana siyasetmedarên ku ji xwe re muxalîf dibînin, parêzvanên mafê mirovan  bi rîska kujend ya nexweşiya Covîd-19'ê re dihêle. Zehmetiya li ber me pir mezin e û li bara wê, bi rengekî ji ramanên polîtîk an jî mehkûmiyetan bêrî, em dixwazin jiyana hemû welatiyan rizgar bikin û bi rengekî necihêkar û demokratîk dixwazin bi hev re têbikoşin.''