'Bila Cejna Çarşema Sor bibe wesîleya tifaqa Êzidiyan' 2020-04-16 09:20:00   ŞENGAL - Berdevka Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Ferîda Sado, Cejna Çarşema Sor a Nîsanê li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir û got: "Divê em her tim xwe, civaka xwe, gelê xwe û çanda xwe biparêzin. Dirûşma me dê her tim bibe berxwedan."   Bi vebûna kulîlkan, nîsan xemla gerdûnê kirasê xwe yê rengîn li xwe dike. Cejna Çarşema Sor a Nîsanê nîşaneya xweza û gerdûnê ya. Bi xweşikbûna xwezayê re cejna me watedar dibe. Civaka Êzidî bi girêdanbûna xwe ya bi xwezayê re tê naskirin, li gorî bîr û baweriyê civaka Êzidî Çarşema Nîsanê destpêka sersalê ye. Berdevka Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Ferîda Sado li ser girîngî û wateya Cejna Çarşema Nîsanê nêrînên xwe ji ajansa me re par vekir.    'Êzidî bi xwezayê re girêdayî ne'   Ferîda, di destpeka axaftina xwe de Cejna Çarşema Nîsanê li tevahî civaka Êzidî pîroz kir û wiha got: “Ez Cejna Çarşema Serêsalê li tevahî civaka Êzidî ya li welat û derveyî welat û Babê Şêx pîroz dikim. Cejna Çarşema Nîsanê xwedî wateyak gelekî mezine. Di meha nîsanê de gerdûn bi hemû rengên xwe yên xwezayê dixemile. Meha nîsanê destpeka sersalê ya Cejna Çarşema Nîsanê Cejna Sersala Êzidxanê ye. Di vê cejinê de gelek tişt tên kirin. Hêk tên kelandin, her maleke Êzidî gulîkên Nîsanê yên sor li pêşiya deriye xwe ve dike di her malakê de xêr tê dayîn û ev hemû tiştên ku di cejnê de tên kirin nîşaneyên girêdanbûna civaka Êzidî ya bi xwezayê re ye.”   'Em ê îsal cejna xwe li malê pîroz bikin'   Ferîda, bal kişand ser berxwedana civaka Êzidî ya ji bo parastina çand û baweriya kevnar û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ligel 73 fermanan û hemû êrîşên dijmin ku bi ser civaka Êzidî hat heta roja me ya îro jî berdewam dike. Lê belê di dîrokê de heya niha her tim civaka Êzidî li ber xwe da û dev ji çand, dîrok, bawerî û ola xwe ya kevnar berneda û dê tu carî jî bernede. Em baş dizanin ku hemû êrîş, ferman û komkujî ji bo tunekirin û ji holê rakirina çand û baweriyê civaka Êzidiyaye. Divê em her tim xwe, civaka xwe, gelê xwe û çanda xwe biparêzin, dirûşma me dê her tim bibe 'berxwedan'. Dibe ku îsal ji ber sedama vîrûsa korona û planên dijmin em nikarin li hev kom bibin û bi hev re cejna xwe pîroz bikin lê her Êzdiyek dê li malen xwe cejna xwe bi awayakî kêfxweş pîroz bike.”   'Bila bibe wesileya tifaq û yekitiya Êzidiyan'   Berdefka Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Ferîda Sado wiha dawî li axaftina xwe anî: "“Em wekî Tevna Alîkariya Jinên Êzidî careke din Cejna Çarşema Nîsanê li civaka xwe pîroz dikin. Hêviya me ji Xwedê û Tawisî Melak ew e ku ev cejin bibe wesileya yekîtî û tifaqa civaka Êzidî.”