Fevziye Kolakan: Gelo piştî mirinê wê bên berdan? 2020-04-16 09:19:03   AMED - Fevziye Kolakan ku yek jê nexweş du zarokên wê di girtîgehê de ne, bertek nîşanê pakêta darazê ya nû da û got: “Berî ku tiştek bi girtiyan bê divê girtîgeh bên valakirin. Gelo piştî mirinê wê wan berdin?”   Di 3’emîn Pakêta Darazêya ku bi dengên AKP-MHP’ê ji Meclîsê derbas bû, girtiyên siyasî  tê de cih negirtin. Bertekên li dijî vê her diçin mezin dibin. Malbatên girtiyan li dijî vê bêdeng namînin. Yek ji van dayikan Fevziye Kolakan e. Kurekî wê Ahmet Kolakan li girtîgeha Tîpa T ya Bandirma a Balikesîrê girtî ye û Mahsun Kolakan jî li girtîgeha Tîpa T ya Sêwrega Rihayê girtye. Fevziyeyê destnîşan kir ku ew ji ber rewşa zarokê xwe bi fikar e.   Tevî rapor heye nayê berdan   Fevziyeyê diyar kir ku kurekê wê nexweş e û wih agot: “Ev qanûna ketiye meriyetê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Kurê min Ahmet nexweş e. Li girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê girtî ye. Tevî rapora wî heye, nayê berdan. Rewşa tenduristiya wî nebaş e. Cezayê mubetê lê hatiye birîn. 26 sale girtî ye. Gelek nexweşiyên wî hene. Rapora wî heye. Ji milê xwe birîndar e. Di kapaxa dilê wî de pirsgirêk heye. Ji ling û gurçikên xwe nexweş e. Tevî rapora wî heye nayê berdan. Kurê min Mahsun jî 6 sale girtî ye. Li girtîgeha Tîpa T ya Sêwregê ye. Şertên girtîgehan li holê ne. Em ji ber rewşa zarokên xwe bi fikarin.”   ‘Gelo piştî mirinê wê berdin?’   Fevziyeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê hemû girtiyên siyasî di çarçoveya vê qanûnê de cih bigirin û got ew jî divê wek yên din bên berdan. Fevziyeyê wiha dawî lê anî: “Em naxwazin li girtîgehan mirin çêbibin. Ji yek mirineke li girtîgehan çêbibe wê wezareta dadê berpirs be. Divê kezeba tu dayikê neşewite.Çima bernadin. Gelo piştî mirinê wê berdin? Gelek kesî berdidin lê zarokên me bernadin. Hinekên din bi hinceta nexweşiyê berdidin, lê yên siyasî bernadin. Em qanûnên wan qebûl nakin. Divê demildest zarokên me bên berdan. Em ji ber wan bi fikarin.”