Hevseroka HDP’ê Elîf Bulut:Wê di bin pêvajo û pêşnûmeyê de bimînin 2020-04-16 09:08:00     STENBOL- Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bulut balkişand ser xetereyên ku sererastkirina înfazê rê li ber vedike û got: “Gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine tên berdan, girtiyên siyasî yên jin û rojnamegerên jin yên nûçeyan çêdikin, di vê pêvajoyê de bi xetereya mirinê re tên rû hev. Wê di bin pêvajo û pêşnûmeyê de bimînin.”   Li Tirkiyeyê ji ber vîrusa korona tablo her ku diçe giran dibe û hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Di nava tedbîrên li dijî vîrusê de rewşa girtîgehan hebû û AKP û MHP’ê pakêteke darazê ya 70 xalî amade kirin û di Lijneya Giştî ya Meclîsê de hat qebûlkirin. Di nav kesên tên berdan de kujerên jinan, gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine hene û li dijî vê bertek her diçin mezin dibin. Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bulut balkişand ser xetereyên wê bi sererastkirina înfazê re derkevin holê.   ‘Bi xetereyê re anîn rû hev’   Elîfê da zanîn ku pêşnûmeya efûyê, soza hilbijartinê ya bloka siyasî ya AKP-MHP’ê bû û got: “Lê ji ber zexta aliyên muxalîf û têkoşîna polîtîkaya hat meşandin pêşnûme neket jiyanê. Desthilatdarî di hewldana ku her karasetê veguherîne derfetê de ye. Di vê pêvajoya vîrûsê ku gumanbarên şîdet, tacîz, tecawîz û îstîsmara êrîşkarên zarokan ji girtîgehan tên derxistin û ev jî wê hawira psîkolojîk û şîdetê zêde bike. Mînakên paşerojê nîşan didin ku beşeke kesên ji girtîgehên derdikevin şîdetê zêde dikin û berdewam dikin. Vê jî carek din nîşan da ku jin û zarok ne di ewlehiyê de ne. Gumanbarên şîdet, tacîz û tecawizê tên derxistin lê jinên ji bo wekhevî, azadiyê têdikoşin û jinên rojanemger li hundir bi xetereya vîrusê re tên rû hev. Ev nayê qebûlkirin.”   ‘ Wê di bin pêvajoyê de bimînin’   Elîfê destnîşan kir ku piştî vîrusê wê tu tişt ne wek berê be û got: “Desthilatdarî di nava xwe de dihêje. Îstîfa Suleyman Soylu ne îstîfayek ji rêzê bû. Ev tezahura hesabdayîn û pevçûna navxweyî ye. Ev pêngaveke plankirî ya ku wê di rojên pêş de derkeve holê ye. Hikûmet wê di bin vê pêvajo û pêşnûmeyê de bimîne.”