'Perwerdeya xwendevanan li malan didome' 2020-04-16 09:05:00   Tolîn Elî   ŞEHBA - Mamosteya Zimanê Kurdî ya beşa Felsefeyê, Nesrîn Omer ser perwerdekirina xwendevanan a li malê axivî û wiha got: "Ruxmê qedexekirina derketina derve û betalkirina dibistanan, hewildana mamoste û xwendevanan ji bo domandina perwerdeyê didome."   Piştî belavbûna Vîrûsa Koranayê ya li tevahî cîhanê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratî (KPC-D) ya Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê qedexeya derketina derve û betalkirina dibistanan ji bo parastina xwendekaran bi cih tîne. Ruxmê qedexeya derketina derve û betalkirina dibistanan xwendevan ji perwerdeyên xwe qut nebûn û li malan perwerdeyên xwe dibînin. Têkîldarê mijarê Mamosteya Zimanê Kurdî ya beşa Felsefeyê Nesrîn Omer nêrîna xwe parve kir.   'Ji bo parastina ji Vîrûsa Korona dibistan hatin betalkirin'   Nesrînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Vîrûsa Korona û wiha got: "Niha rewşa tevahî cîhanê di xeteriyê de ye. Me jî wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Vîrûsa Korona tedbîrên pêwist girtin. Her wiha di nava van tedbîran de dibistan jî hatin betalkirin, lê rawestandina dibistanan nayê wê wateyê ku xwendevan ji perwerdeyên xwe dûr bikevin."   'Perwerdeya xwendekaran li malan didome'   Nesrînê di dewama axaftina de bal kişand ser perwerdekirina xwendevanan û wiha domand: "Piştî betlaneyê, li malan hemû xwendekar perwerdeyên xwe didomînin. Pirtûkên xwe dixwînin û cihên ku fêm nekin bi rêya înternetê ji mamosteyên xwe dipirsin. Mamoste jî di vê demê de perwerdeyên xwe li malan dibînin. Her wiha me gelek pirtûkên Rêber Apo xwendin û me gelek sûd jî wergirt."   'Hemû xwendekar bila xwe pêş bixînin'   Nesrînê herî dawî xwesteka xwe ji xwendekaran re wiha anî ziman: "Em bi hêvî ne ev rewş bi lez xelas bibe. Her wiha pêwist e hemû xwendekar li ser waneyên xwe bisekinin û xwe pêş bixînin."