ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2020’AN 2020-04-16 09:00:00     *Jinên gundê Nêrebiyê ya Kantona Şehbayê yên ku zilm û kiryarên çeteyên DAIŞ'ê dîtine axivîn û gotin: "Bi derketina çeteyên DAIŞ'ê rojên me reş bûn. Em nikarîbû bi azadî bijîn. Zarokên me qetil dikirin û êşkence dikirin." DÎMEN HEYE    Mamosteya Zimanê Kurdî ya beşa Felsefeyê, Nesrîn Omer ser perwerdekirina xwendevanan a li malê axivî û wiha got: "Ruxmê qedexekirina derketina derve û betalkirina dibistanan, hewildana mamoste û xwendevanan ji bo domandina perwerdeyê didome." DÎMEN HEYE   *Dayikên navçeya Til Temirê xeteriya Vîrûsa Korona nirxandin. Dayikan gotin: "Em ê dîrok û çand a gelan ku di şexsê me de pêş ketiye, biparêzin û ji malê xwe dernekevin." DÎMEN HEYE   *Ger ku du kes bi vê şewbê dimire, 3 kes jî ji ber şerê taybet ê psîkolojîk dimirin. Pêwîste her kes divê vê pêvajoyê rast bixwîne, rast şîrove bike û bikeve pirsîneke rast. Dê wisa helwestên rast derkevin pêş. Cardin mirov pir baş dibîne ku êdî tevahî cîhan bûye qadekê laboratuvarê.   *Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bulut balkişand ser xetereyên ku sererastkirina înfazê rê li ber vedike û got: “Gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine tên berdan, girtiyên siyasî yên jin û rojnamegerên jin yên nûçeyan çêdikin, di vê pêvajoyê de bi xetereya mirinê re tên rû hev. Wê di bin pêvajo û pêşnûmeyê de bimînin.”   *Endama Pişetevaniya Mor Cemîle Baklaci li ser pêşnumeya ji bo girtîgehan hatiye erêkirin axivî û wiha got: “Gelek kesên sucên cuda ên weke destdirêjî, tecawuz, qetilkirin û tundî kirine bi têkoşînek mezin re ketine hundir. Azadkirina van sucdaran ji bo jinan gefeke mezin e.”   *- Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Ruken Erguneş anî ziman ku ew hem ji aliyê şewba koronayê hem jî ji aliyê zêdebûna şîdeta li ser jinê.   *Hûnermendên jin ên kurd,  derbarê ku di van rojên vîrûsa koronayê de divê çi bikin û erkeke çawa li ser milên wane de axivîn û wiha gotin: “Di pêvajoyek bi vî rengî de jî em dixwazin ji gelê xwe re bibin moral û em ê stranên xwe li ser medyaya civakî parve bikin.  Divê hûnermend tim çalak bin.” DÎMEN HEYE   *Pêkhateyên KESK’ê yên Wanê di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa korona de ‘xeta piştevaniyê’ ava kirin. Hevseroka Egîtîm Senê a Wanê Hulya Atli diyar kir ku wê di qada psîkolojîk, perwerde û perwerdehiya taybet de piştgiriyê bidin û got: “Piştgirî bi awayekî onlîne ji aliyê kesên pispor yên dildar ve wê bê dayîn.”   *Parêzvana mafên mirovan Berrîn Sonmez diyar kir ku bi qanûna înfazê re wê jinan bi celadên wan re bînin rû hev û got: “Ev qanûn bêguman wê ji bo jin û zarokan bibe sedema bedelên giran. Di rojên koronayê de, ji xwe re derfet afirandin.”   *Berdevka Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Ferîda Sado, Cejna Çarşema Sor a Nîsanê li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir û got: "Divê em her tim xwe, civaka xwe, gelê xwe û çanda xwe biparêzin. Dirûşma me dê her tim bibe berxwedan." DÎMEN HEYE *Fevziye Kolakan ku yek jê nexweş du zarokên wê di girtîgehê de ne, bertek nîşanê pakêta darazê ya nû da û got: “Berî ku tiştek bi girtiyan bê divê girtîgeh bên valakirin. Gelo piştî mirinê wê wan berdin?” DÎMEN HEYE   *Ji ber tehîda vîrusa korona (Covîd-19), ji bo malbatên li malên xwe dimînin kampanyaya ‘malbatên xuşk û bira’ hatibû destpêkirin û didome. Li Mêrdînê jî di vê mijarê de xebat bê navber didomin û heta niha 2 hezar û 500 malbat hatin tespîtkirin û ji bo 200 malbatî jî, malbatên xuşk û bira hatin dîtin.