Leyla Guven: Li dijî êrîşan divê tifaqa kurdan pêk bê 2020-04-15 19:23:15   AMED - Leyla Guven, têkildarê êrîşa li hemberî Mexmûrê de axivî û got: "Dema mijar dibe kurd hemû cîhan xwe bêdeng dike. Mexmûr di bin sîwana NY de ye lê li hemberî êrîşê bêdeng e. Ez bang her 4 parçeyên Kurdistanê dikim em bibin yek û xwedî li hev derkevin."   Balafirên Keşfê yên bi çek (SÎHA) ên Tirkiyeyê saet nêzî 13:10’'an de Wargeha Mexmûrê bombe kir. Di encama êrîşê de 3 jin jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, 2 roj in tevgera zêde ya keşfê li ser esmanên Mexmûrê heye.  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven têkildarê êrîşê de axivî.    'Mexmûr di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye'   Leyla, destnîşan kir ku Wargeha Penaberan a Mexmûrê, di bin sîwana Netewên Yekbûyî (NY) ye de ye û êrîş jî nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Em îro bi nûçeyek lezgîn pê hesiyan ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatiye bombekirin. Dewleta tirk li ser mirovên sivîl bombe barandiye. 3 jinan jiyana xwe ji dest dane. Di serî de serê malbata wan û serê Gelê Kurd sax be. Her kes baş dizane ku li bakurê Kurdistanê şerekî qewimî û kesên ku gundê wan hat valakirin, bindestiyê qebûl nekirin û neçar man ku berê xwe bidin başûrê Kurdistanê. Li vir wargehek ava kirin û niha ew wargeh di bin sîwana Netewên Yekbûyî de ye. Heke li wê sivîl bên kuştin û divê NY vê tiştî qebûl neke."   'Êrîşên li ser Kurdan ji ber bê îtîfakiya kurdan e'   Leyla, di axaftina xwe de bal kişand ser yekitiya kurd û wiha got: "Heke kurd tifaqa xwe çêkiriba êrîş jî pêk nedihatin. Neteweyên Yekbûyê çima li hemberî êrîşên Mexmûrê deng dernaxe? Mirovên sivîl li vir tên kuştin, lê çima dema mijar dibe kurd hemû cîhan bêdeng dimîne? Heke dewletek êrîşek bi vî rengî pêk bîne ev tişt ji ber bêtifaqiya me pêk tê."   'Divê kurd bibin yek'   Leyla, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em bên cem hev û yekitiya xwe pêk bînin. Ez bang her çar parçeyên Kurdistanê dikim, divê em dengê xwe bikin yek û xwedî li hev derkevin. Ji ber ku dema mijar dibe kurd hemû cîhan kor û lal e û divê em parastina xwe pêk bînin."