Di encama êrîşa Mexmûrê de 3 jin jiyana xwe ji dest dan 2020-04-15 17:03:55   MEXMÛR - Balafirên keşfê yên Arteşa Tirk di saet 13:10’ê de bombe li Mexmûrê barand. Di êrîşê de 3 jin jiyana xwe ji dest dan.    Balafirên keşfê yên bi çek (SÎHA) a Arteşa Tirk saet derdorî 13:10’ê de bombe li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) barand û sivîl hatin hedef girtin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, di êrîşê de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat diyar kirin ku birîndar jî hene.    Hêjayî bibîrxistinê ye 19’ê tîrmeha 2019’an di saet 00:10’an jî bombe li heman herêmê hatibû barandin du sivîl di bomberdûmanê de birîndar bûbûn.    13’ê kanûna 2018’an balafiran bombe li Penaberên Mexmûrê barandibûn û di bomberdûmanê de sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî û keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî jiyana xwe ji dest dabûn.   6’ê kanûna 2017’an jî balafiran li Mexmûrê da û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Xweparastinê yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar jiyana xwe ji dest dabûn