Şandeyek Iraqê piştî bombebaranê li Mexmûrê lêkolîn kir 2020-04-15 16:14:13   MEXMÛR -  Piştî ku balafirên şer Mexmûr bomberan kir, şandeya ku ji rayedarên artêşa Iraqê pêk tê, li cihê bombebaranê lêkolîn kirin.    Piştî ku balafirên artêşa dewleta Tirk, Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombebaran kir û welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, şandeyek ji dewleta Iraqê hat wargehê û li cihê bombebaranê lêkolîn kirin.   Şandeya ku ji rayedarên artêşa Iraqê pêk tê, li cihê bombebaranê lêkolîn kirin. Piştî lêkolînê şandeyê têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndarbûne de girtename nivîsandin. Endamên şandeyê piştî ku serdana birîndaran jî kirin, bêyî ku daxuyaniyek bidin, ji wargehê derketin.