'Ji mirina li girtîgehan ew ê îktidar berpirs be' 2020-04-15 15:59:45    WAN - KESK’a Wanê bal bi daxuyaniya ku da bal kişand ser zagona înfazê ya girtî li derveyî we hişt û got:"Em daxwaz dikin ku bêyî cudatî hemû girtî bên berdan. Ji mirina li girtîgehan ew ê îktidar berpirs be."   Platforma Şaxan ên KESK’ê ya Wanê nexşeya vîrûsa koronayê bi raya giştî re parve kir. Li ser navê Platformê Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Wanê Zekî Seven daxuyanî da. Zekî  komkujiya Helepçeyê di sala 1988’an de ji aliyê dîktator Saddam Huseyîn ve pêk hat bi bîr xist û qetilkirin bi hezaran kurd şermezar kir.   Zekî  da zanîn ku li gorî daneyên li ber destê sendikaya wan li Wanê bi giştî testa 52 kesan a koronayê pozîtîf derketiye û testa 100 kesî jî hêj bi encam nebûye û 10 kesan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane. Zekî  got li Wanê bi giştî 14 dever di karantÎnayê de ne û li navçeya Ebexê 2 gundên jî xistine karantînayê û 10 testên din jî pozîtîf derketine.   Zekî  biryara qedexeya derketina derve ya ji bo du rojan jî rexne kir û got: “Biryar bi awayek xeşîm hatiye sepandin.” Zekî  bal kişand ser destûra karkeran jî û got: “Divê meaşê karkeran bi destûr were dayîn û bê şert û merc tam were razandin.”   Zekî  destnîşan kir ku nedaxilkirina girtiyên siyasî ya guhertina yasaya înfazê girtiyên siyasî terkî mirinê kirin.