Balafirên keşfê li Mexmûrê bombe barandin 2020-04-15 15:14:06   MEXMÛR - Balafirên keşfê di saet 13:10’ê de bombe li Mexmûrê barand.   Balafirên keşfê yên tirkan di saet derdorî 13:10’ê de sivîlên ku li Mexmûrê ji bo lawirên xwe biçêrînin li derdorê Mexmûrê kirin hedef.   Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, di êrîşê de sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne hene. Her wiha li herêmê li gorî agahiyên hatin girtin du roj in tevgera zêde ya keşfê li ser esmanên Mexmûrê heye.   Têkildarî nasnameyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndarana wê agahî piştre bên parvekirin.