Gundekî din ya Mêrdînê ket karantînayê 2020-04-15 14:51:16   MÊRDÎN - Gundê Yeşîlalan ê navçeya Stewrê ji ber vîrûsa koronayê ket karantînayê.   Walîtiya Mêrdînê, ragihand ku ji ber vîrûsa koronayê gundê Yeşîlalan ê navçeya Stewrê ketiye bin qarantînayê. Şêniyên gund, ragihandin ku bi gumana vîrûsa koronayê 8 gundî rakirina nexweşxaneya û ji ber vê yekê gundê ketiye karantînayê.    Li Mêrdînê, beriya niha li gundê Tibyad ê navçeya Qoserê, gundên Qesra Ahmet, Qurdîsê û Bernîştê yên navçeya Artûklûyê, gundê Endewl û mezraya wê Heramiyê yên navçeya Dêrikê û gundê Deramatîneyê yê Şemrexê jî ketibûn qarantînayê. Karantînayê li van gundan hê jî didome.