Meclîsa Bajarê Dêrikê alîkarî li gel belav kir 2020-04-15 13:35:00   QAMIŞLO - Meclisa bajarê Dêrikê ji bo kesên ku ji karê xwe ji ber Vîrûsa Korona dûr ketiye alîkarî ji wan re pêşkêş kir.   Ji ber Vîrûsa Korona gelek tedbîr li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin girtin, di çarçoveya ewlehiyê de tenê  hêzên ewlekarî, firneyên nan, desteyên tendirustiyê û firoşgeh dixebitin, her wiha gelek kes jî ji karê xwe dûr ketiye.  Meclisa bajarê Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişloyê ji bo kesên ku ji karê xwe ji ber Vîrûsa Koronayê dûr ketiye alîkarî ji wan re pêşkêş kir.    Endama Komîteya Kar û Barê Civakî ya Meclisa Bajarê Dêrikê Saliha Rêber teqez kir ku heta ji wan bê, wê alîkariya gel bikin û wiha got: "Ji ber Vîrûsa Korona biryar hate girtin ku her kes ji bo tenduristiya xwe li mal bimîne, piştî ku Rêveberiya Xweser biryar  girt ku yê ji bo kesên ku di vê rewşê de dûrî karê xwe ketiye alîkarî jê re were pêşkêşkirin. Her wiha em jî wek  meclisa bajarê Dêrikê bi alîkariya hevserokên komînan re bi hev re alîkariya belav bikin, heta ku ji me bê em ê alîkariya gelê xwe bikin."