Yekîtiya Êzidîyên Efrînê Çarşema Sor li Kurdên Êzidî pîroz kir 2020-04-15 11:07:32   ŞEHBA - Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê bi daxuyaniyek nivîskî, cejina Çarşema Sor li Kurdên Êzîdî pîroz kirin.   Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê bi daxuyaniyek nivîskî cejina Çarşema Sor pîroz kir û diyar kir ku ew cejina Çarşema Sor li cîhanê giştî û bi taybet Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê ku ta vê kêliyê ji bo azadiya gelan di zindana Imraliyê de têdikoşe pîroz kir.   Daxuyanî wiha ye:   "Sersala Êzidî ku bi navê cejina Çarşema Sor tê nasîn, di 15’ê Nîsanê de tije dibe. Di dema ku buhar tê û hemû xweza xwe nû dike ev jî weteya temamkirina jiyanê dide. Di vê cejinê de hêk bi heft rengên ku yekser ji rengê spî derdikeve û sembola ronahiya xwedayê mezin dide, tê boyaxkirin. Bi boneya cejina Çarşema Sor em li tevahî Gelê Kurd û bi taybet  Kurdên Êzidî pîroz dikin.   Di dema ku hemû gerdûn ji bo dawikirina Vîrûsa Korona dixebite, dewleta tirk vê demê fersend ji xwe re dibîne û êrîşên xwe li ser gelê sivîl didomîne, di encamê êrîşên dewleta tirk de gel jiyana xwe ji dest dide û gelek zirarên madî dijîn, lê her xema dewleta tirk ew e ku gelê Efrînê yê koçkirî careke din bi darê zorê koçî cihekê din bike.   Careke din em cejina Çarşema Sor li cîhanê giştî pîroz dikin bi taybet Rêber Apo yê ku ta vê kêliyê ji bo azadiya gelan di zindana Imraliyê de têdikoşe û em bi vê boneyê hêvî dikin ku cîhan giştî ji vê vîrûsê xilas bibe, Efrîn û tevahî Sûriyeyê ji terorê bê rizgarkirin."