‘Şîdetê nakin bin qeydan’ 2020-04-15 09:28:52   Fîlîz Zeyrek   MERSÎN - Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu diyar kiribû ku kuştinên jinan di 3 mehên ewil yên salê de li gorî 3 mehên sala borî ji sedî 22 kêm bûne. Endamên Platforma Jinan a Mersînê bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku di pêvajoya vîrusê de qeyd nayên girtin, cih tüne ye jin serî lê bibin.   Bi pêvajiya vîrusa korona re, li ser bangên ‘li malê bin’, şîdeta li ser jinan jî zêde bû. Tevî vê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu diyar kiribû ku kuştinên jinan di 3 mehên ewil yên salê de li gorî 3 mehên sala borî ji sedî 22 kêm bûne. Jinan bertek nîşanê vê daxuyaniyê dan û gotin ev rastiyê nîşan dane.   Ji Komeleya Jinan a Gunebakan, Zubeyde Akpinar, sala 2019’an di 10 salên dawî de sala ku herî zêde kuştinên jinan lê hatine jiyînê ye Û got: “Kuştinên jinan hîna didomin. Nirxandinek sê mehan têr nake. Di bin şîdeta li ser jinê de newekhevî heye. Di daxuyaniya wezîrê karê hundir de tê gotin ku hejmar kêm bûye. Pirsgirêka jinê pirsgirêkek civakiye. Divê polîtîkayek giştî bê hilberandin. Heta li dijî feraseta serdest ya mêr têkoşîn neyê meşandin bi tedbîran nikare çareserî pêk bê. Mixabin desthilatdarî niha jinan di rolên kevneşopî de digire û çareseriyên ji rêzê hildiberîne. Divê Peymana Stenbolê pêk bê.”   ‘Di rojên karantînayê de divê tedbîr zêdetir bên girtin’   Zubeydeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di pêvajoya karantînayê de şîdeta li ser jinê zêdetir bûye û got di pêvajoyên wisa de divê zêdetir tedbîr bên girtin û got divê mekanîzmayên li dijî şîdetê têkoşin, xetên lezgîn yên şîdetê, pêkanîna piştgiriya mobîl bên zêdekirin.   ‘Divê qanûnên heyî pêk bên’   Ji Kolektîfa Jinan a Zanîngeha Mersînê Elmas Kara jî daxuyakirin ku hejmara hatiye diyarkirin tenê daneyek hejmariye Û got: “Ev daneyên bûne parçeyê vê daxuyaniyê, alava ku polîtîkayên dijminê jinê holê rabike ye. Em nîşaneya van polîtîkayan ji qanûna înfazê, kuştinên jinan, şîdeta li ser jinan û windabûna Gulîstan Doku dibînin. Divê qanûnên heyî ya hejmar 6284 û Peymana Stenbolê bê kêmasî pêk bên. Di pêvajoya vîrusê de jî bi awayekî zelal hatiye dîtin ku şîdet zêde bûye. Divê der barê vê de tedbîrên pêwist bên girtin.”   ‘Divê yekîne bên avakirin’   Ji Tora Parastina Jinan Çîgdem Serîn jî daxuyakirin ku daneyên kuştinên jinan kêm tên nîşandan û got: “Gelek kuştinên jinan nakevin daneyên dewletê. Gelek wek întîxar, gelek wek qeza tên binavkirin. Gulîstan Doku winda dibe. Gelek jinên wisa hene. Ji ber vê jî daneyên wisa aliyê şîdeta li ser jinan nîşan nade. Divê polîtîkayên ku pêşî li şîdeta li ser jinan digirin pêk bên. Ev jî Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 e. Li dijî şîdeta li ser jinê divê yekîneyên 7-24 saetan dixebitin bên avakirin.”