Dayika girtî: Kurdan berbi mirinê ve dibin 2020-04-15 09:19:03   AMED - Zebeyde Tamîr ya dayika girtiyane balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û bertek nîşanê 3’emîn parkêta darazê da û got: “Kurekî min nexweş e. Ev komploye. Kurdan berbi mirinê ve dibin. Kezeba me dişewite. Em nikarin tiştekî bêjin. Bila demildest hemû girtî bên berdan.   3’emîn pakêta darazê ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê bi dengên MHP û AKP’ê hat qebûlkirin, di pakêtê de girtiyên siyasî cih negirtin. Xizmên girtiyan bertek nîşanê rewşê dan û fikarên wan her diçin mezin dibin. Dayika du girtiyî Zubeyde Tamîr fikarên xwe anî ziman.   Zubeydeyê daxuyakirin ku kurekê wê li Şakran Alîaga û kurê wê yê din jî li girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê ye Û got: “Kurê min Ahmet Tamîr nexweşe. Bi salane di şertên giran de tê girtin.26 sale girtiye. Ji zikê xwe nerehethe. Cezayê muebetê lê hatiye birîn. 4 zarokên wî hene. Mezinbûna zarokên xwe nedît. Gelek bêriya zarokên xwe dike. Bilane girtîgeha ku lê nema, nemaye. Em bi fikarin. Xew nakeve çavên me.”   ‘Bila bên berdan’   Zubeydeyê destnîşan kir ku temenê Ahmet mezin e û di koma rîskê de cih digire û wiha pê de çÛ: “Doktor naçe gel wan. Nayên dermankirin. Nexweşiya Ahmet girane. Vê nexweşiyê em perîşan kirin. Em her tim zarokên xwe difikirin. Divê demildest girtîgeh bên valakirin. Kurê min yê din Erkan Tamîr 6 sale girtiye. Erkan jî di şertên giran de tê girtin. Erkan li girtîgeha Şakran a Alîaga ye. Erkan got ‘kesekî nexweş anîne navbera me. Em hemû nexweşin. Me nabin nexweşxanê. Girtiyekî nexweş heye li vir. Îdare koxuş bi koxuş digerîne. Der barê vîrusê de jî tu tedbîr nayê girtin’.”   ‘Ev komploye’   Zubeydeyê di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanê qanûnê da û got ew bi tu awayî qanûnê qebûl nakin û got: “Kujer, diz û tecawizkar tên berdan. Lê yên siyasî tên girtin. Ev rewş komploye. Li ber çavan Kurdan terkî mirinê dikin.”