'Em ji bo gel kar dikin û heta dawiyê em ê bi gel re bibin alîkar' 2020-04-15 09:05:17   Xezne Celal   KOBANÊ - Hevseroka Nivîsgeha Enerjîyê Nesrîn Kenan û Hevseroka Mudiriyeta Avê Xalîse Hecî Ebdiqadêr ên herêma Firatê li ser av û enerjiyê axivîn û wiha gotin: "Di mehên Gulan û Hezîranê de pereyên Av û Enerjiyê ji welatiyan nayên sitendin. Bi rêya vê yekê em dixwazin bi gelê xwe re bibin alîkar. Em ji bo gel kar dikin û heta dawiyê em ê bi gel re bibin alîkar."    Nexweşiya Vîrûsa Korona (Covid-19) li tevahî cîhanê bûye xeteriyeke mezin, hemû mirovahî li dijî wê şer dike û bûye sedema qurbaniya bi hezaran welatiyan. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 23'yê Adarê heta 6'ê Nîsanê qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin. Piştî 15 rojan dema qedexekirina derve li herêmê hat dirêjkirin û tê payîn ku heta 21'ê Nîsanê qedexe berdewam bike. Her wiha Rêveberiya Xweser li gor derfetên heyî alîkariya welatiyan dike û di 6'ê Nîsanê de ragihand ku di mehên gulan û hezîranê de wê pereyên av û enerjiyê ji welatiyan neyên sitendin.   Di derbarê vê mijarê de Hevseroka Nivîsgeha Enerjîyê, hevseroka Miduriyeta Avê û jinên Kobanê ji ajansa me re axivîn.   'Korona li tevahî cîhanê bûye xeteriyek mezin'   Hevseroka Nivîsgeha Enerjî ya herêma Firatê Nesrîn Kenan diyar kir ku tevahî cîhan di rewşeke gelek dijwar re derbas dibe û wiha pê de çû: "Kovid-19 li  tevahî cîhanê bûye xeteriyeke mezin, hemû mirovahiyê dide ber xwe û bûye sedema mirina bi hezaran welatiyan li cîhanê. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku karibe li hemberî Vîrûsa Korona civaka xwe biparêze gelek tedbîrên pêwîst li gorî derfetan girtin. Di 23'yê Adarê de qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin. Lê di heman demê de pêwist e mirov jiyana xwe ya rojan e berdewam bike, hin karên ku nabe werin sekinandin hene, wek nivîsgeha Enerjîyê. Em bi hejmareke kêm a xebatkaran li ser kar û xebata xwe berdewam dikin.   'Di mehên gulan û hezîranê de pereyên enerjî û avê ji gel nayê stendin'   Nesrînê diyar kir ku di mehên gulan û hezîranê de pereyên enerjî û avê ji gel nayê stendin û wiha got: "Li gorî daxwaz û pêşniyaran di 6'ê Nîsanê de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve biryar hat girtin ku di mehên gulan û heziranê de pereyên enerjî û avê ji welatiyan neyên stendin. Bi rêya negirtina pereyan a ji gel, me xwest di vê demê dawiyê de bi gelê xwe re bibin alîkar ji ber ku gel dûrî karê xwe ketiye û derfetên jiyanî kêm bûne. Di demek ku hemû mirovahî li dijî Vîrûsa Korona şer dike û tiştê ku li ser milê me û rêveberan dikeve ku bi gelê xwe re bibin alîkar. Dewleta tirk di vê demê de li şûna ku bi welatiyan re bibe alîkar di demeke ku hemû welatî di malên xwe de ne û bê kar in, pereyan ji gel digire. Em hêvîdar in ku gelê me di malê de bimînin, bi me re bibin alîkar li enerjiyê miqate bin û biryarên Rêveberiya Xweser pêk bînin."   'Av jiyan e û xelaskirina te ji nexweşiyan e'   Hevseroka Mudiriyeta Avê ya herêma Firatê Xalîse Hecî Ebdiqadêr destnîşan kir ku ji bo karibin xwe ji nexweşiya Vîrûsa Korona biparêzin pêwistî bi paqijiyê heye û wiha domand: "Piştî qedexeya derketina derve li herêmê hat ragihandin hejmareke kêm a karkerên di beşa avê de dixebitin ji bo ku avê bigihînin hemû tax û malan. Heta roja me ya îro tu pirsgirêk di aliyê avê de derneketine ji sedî 95 pirsgirêkên avê hatin çareserkirin. Rêveberiya xweser di demeke wiha dijwar de xwest bi gelê xwe re bibe alîkar û wê du heman pereyên av û enerjiyê ji welatiyan nestînin. Lê ev yek nayên wateya ku gel zêde avê bi kar bîne, wek tê zanîn av jiyan e, av xelaskirina te ji nexweşiyan e. Em hêvîdar in ku gel bi me re bibe alîkar û avê belasebe bi kar neyînin. Îro dewleta tirk dixwaze bi her rengî êrîşî gelê herêmê bike, dizane ku parastina ji Vîrûsa Korona paqijî ye û pêwistiya xwe bi avê heye. Ji ber vê yekê li Elokê dewleta tirk li ser welatiyan av qut kiriye. Bi hemû derfetên di dest me de heyî em ê kar bikin û nehêlin ku gelê me bê av bimîne."   'Ji bo enerjî û avê alikariyek mezin bi me re kirin'   Di dawiyê de jina bi navê Mihebad Bekî ya ji Kobanê alîkariya ku ji bo du mehan nirxand û wiha got: "Em di malên xwe de ne dema ku tiştek ji dikanan pêwistiya me pê hebe em diçin û zû vedigerin malê. Ez spasiya Rêveberiya Xweser dikim ku di mehên gulan û hezîranê de pereyên av û enerjiyê wê ji me negirin. Bi rêya vê yekê alîkariyeke mezin bi me re kirin. Ez hêvîdar im ku di her aliyê de alîkariyê bi welatiyên Kobanê re bikin ji ber ku malbatên belengaz li Kobanê hene û pêwistiya wan bi alîkariyê heye."