‘Bi zanebûn girtiyan ber bi mirinê ve dişînin’ 2020-04-15 09:04:15   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Parêzer Aycan Îrmez, derbarê qanûna înfazê ku hatiye qebûlkirin de axivî û anî ziman ku her çiqas li girtîgehan ewlehî bên girtin jî jiyana girtiyani d bin xeterê de ye û wiha got:” Jiyana ku emanete hikûmetê ye di bin xeterê de ye. Bi zanebûn girtiyan ber bi mirinê ve dişînin.”      Ji ber vîrûsa korona (COVÎD-19) li Tirkiyeyê belav dibe ji bo girtîgehan  pakêta qanûna înfazê ku hat amadekirin li meclîsê piştî niqaşan hat qebûlkirin. Bi vê qanûnê re kesên ku êrîşa zeyendî kirin û tundiya li dijî jinê pêk anîn hatin efûkirin. Her wiha girtî û hikumxwarên siyasî ji vê pakêtê tu sûd negirtin û li dervî vê pakêtê hatin hiştin. Parêzer Aycan Îrmez, derbarê qanûna înfazê ku hatiye qebûlkirin de axivî û anî ziman ku her çiqas li girtîgehan ewlehî bên girtin jî jiyana girtiyan di bin xeterê de ye.   Aycanê,  anî ziman ku di dema pêvajoya hilbijartinê de ev qanûn anîbûn rojêvê û got bi taybetî li ser daxwaza MHP’ê dest bi amadekariya vê qanûnê hatibû kirin. Aycan, bi lêv kir ku ev wek yekemîn û duyemîn qanûna înfazê derxistine holê û wiha got: “Wê demê yekemîn paket derketibû û bi tenê hin sererastkirin hebûn. Lê belê duyemîn paketa darazê jî bi giştî derbarê înfazê  de hat amadekirin. Ji xwe wê demê jî hatibû diyarkirin ku dê kesên diyarkirî  jî sûdê bigirin û bi taybetî jî ji bo kesên sûcdar hatibû amadekirin. Qanûna înfazê ku hat qebûlkirin li dijî rêgeza qanûnê ye. Ez wek hiqûqnasekê vê biryarê wek efûyê dibînim. Bi vê biryara ku hatiye dayîn re, tene li kesên sûcdar fikirî ne û ji bo wan hatiye amadekirin. Ev biryar bi taybet jî ji bo kesên endamên çetyan û serçeteyan derxistin. Di vê qanûnê de girtiyên siyasî û kesên mûxalîf bêpar hiştin. Ev biryar jî li dijî mirovajhiyê ye. Qanûna înfazê ya niha heyî jî di xala xwe ya yekem de jî bahsa rêgeza wekheviyê dike û hemû kesên girtî divê di şert û mercên wekhev sûdê bigirin. Ev biryar li dijî qanûna niha heyîye jî. Wekî ku em jî dizanin ev biryar li dijî kesên mûxalîf û siyasî  polîtîqaya cezakirine ye.”   ‘Jiyana ku emanetê hikûmetê ye di bin xeterê de ye’   Aycan, di berdewama axaftina xwe de got ji jiyana kesên girtî û hukumxarên di girtîgehan de dewlet berpirsyar e û wiha pêl da axaftina xwe: “Jiyana ku emanetê wan hatiye kirin mixabin ku di pêvajoyeke bi vî rengî de kirine xeteriyê. Amadekirina qanûnek bi vî rengî mafê jiyanê tune dihesibîne. Ev gelek diyare. Ji ber rewşa nexweşiyê ne em parêzer û ne jî malbatên girtiyan nikarin biçin girtîgehan hevdîtinê pêk bînin. Lê belê di girtîgehê de danûstandina derve tê kirin. Ji bo gardiyanan biryar hat girtin ku êdî di girtîgehê de bimînin. Lê belê ew dikarin çiqasî li wir bimînin. Dibe ku ev nexweşî bi mehan berdewam bike. Li girtîgehê niha jiyana tu girtiyeî di bin ewlehiyê de nîne. Di vir de em xwe digihînin vê encamê; li dijî kesên siyasî jî hin tişt tên piştgûhkirin. Jiyana ku emanetê hikûmetê hatiye kirin tune dihesibînin û di bin xetereyê de ye. Vîrûs tu kesî nas nake û li hemû kesan belav dibe.”   ‘Divê ev zagon ji bo hemû kesan derbas bibe’   Aycanê,  di dirêjiya axaftina xwe de got piştî vê nexweşya  ku des tpê kiriye şûnde ji ber nikarin hevdîtinê pêk bînin têkiliya wani bi girtiyan re qût bûye û wiha domand: “Li gor agahiyên ku em ji malbatan û ji çapemeniyê her çiqas bibêje min ewlehî girtiye jî, ger di wan qawişan de kesek nexweş bikeve dê jiyana hemû girtiyên li heman qadê bikeve bin xetereyê. Ji ber qawişên girtîgehan biçûk in girtî nikarin yek metreyê jî têxin navbera xwe. Ji ber wê jî çiqasî ewlehî bên girtin jî îhtîmala belavbûna nexweşiyê gelek zêde ye. Tu girtî nikarin xwe di bin ewlehiyê de bîbînin. Ji ber vê jî malbatên girtiyan bi fikar in. Divê ev qanûn ji bo hemû kesan derbasdar be. Di pêvajoyek bi vî rengî de divê hemû girtî bi wekheviyekê ji vê biryarê sûdê bigirin digirin di girtîgehan de zêde ewlehî nehatine girtin. Her çiqas ewlehî bên girtin jî di her qawişekê de bi dehan girtî hene. Li qawişa ku ji bo 5 kesane, nêzî 20 kesî dimînin. Hikûmet. Bi zanebûn girtiyan ber bi mirinê ve dişînin.”   ‘Divê ev biryar bê gûhertin’   Aycan, herî dawî anî ziman ku DMME’yê her çiqas ji Tirkiyê re gotiye vê biryarê bigûherînin jî hikûmetê tu gûhertin nekiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev qanûn ji bo kesên siyasetmedar û mûxalîf wek ceza ye. Ev biryar ne biryarek mirovî ye. Divê li gor biryara yekemîn xala qanûna ya înfazê  a niha tevbigerin. Divê ev biryar bê gûhertin.”