ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2020’AN 2020-04-15 09:01:02   *Hevseroka Nivîsgeha Enerjîyê Nesrîn Kenan û Hevseroka Mudiriyeta Avê Xalîse Hecî Ebdiqadêr ên herêma Firatê li ser av û enerjiyê axivîn û wiha gotin: "Di mehên Gulan û Hezîranê de pereyên Av û Enerjiyê ji welatiyan nayên sitendin. Bi rêya vê yekê em dixwazin bi gelê xwe re bibin alîkar. Em ji bo gel kar dikin û heta dawiyê em ê bi gel re bibin alîkar." DÎMEN HEYE    *Jina bi navê Hizniya Osman an jî ‘Keça Kurd’, mala xwe kiriye pêşengeha hewandina tiştên çanda dîrokî û foklorê kurdî. Hizniya derbarê hezkirina xwe ji çandê wiha dibêjê: "Hîn min ji bo jiyanê re negotiye ez westiyame. Tevgera min watedariyê dide jiyana min. Ji bo wê keda min bi qîmet e. Ger mirovek dîrokê biparêze wê çand zindî bimîne. Xewna min a zarokatî bû ku her ez di nava dîroka jina kurd e xwe hîs bikim." DÎMEN HEYE   *Rojnemger Raniya Mihemed da zanîn ku Vîrûsa Korona ji aliyê pergalên desthiltdar ve  bi zanebûn hatiye derxistin û wiha got: "Li hember serhildanên ku li tevahî cihanê tên kirin ev vîrûs xuliqandin. Têkoşîna li dijî Vîrusa Koronayê divê bidome." DÎMEN HEYE   * Seroka Şaxa Sendikaya Turîzmê ya Îzmîrê Zohre Aksut diyar kir ku Çavkaniya herî mezin ya aboriya dewletan turîzm e, lê vîrusa koronayê bandora xwe li ser sektora turîzmê jî kiriye.  Lê li gel ku xebatkarên turîzmê jiyana xwe dikin xeterê  jî dewletê ji bo wan tu çareserî pêk ne aniye.   *5 birayên hev li girtîgehên cuda de tên girtin. Dayika 5 girtiyan bertek nîşanî Qanûna Înfazê da û  got ku hêviya wê ji edeletê nemaye. DÎMEN HEYE   *Parêzer Aycan Îrmez, derbarê qanûna înfazê ku hatiye qebûlkirin de axivî û anî ziman ku her çiqas li girtîgehan ewlehî bên girtin jî jiyana girtiyani d bin xeterê de ye û wiha got:” Jiyana ku emanete hikûmetê ye di bin xeterê de ye. Bi zanebûn girtiyan ber bi mirinê ve dişînin.”   BI DÎMEN   *Nivîskar û helbestvan Gulîzer, diyar kir ku divê kurd bibin nobedarên zimanê dayikê û got: "Divê em xwe bikin nobedarên vî zimanî. Gelo dê nifşên nû ji sedî çend peyvên dayika xwe bizanibin? Hêdî hêdî bîrên vî zimanî zuha dibin. Divê em her yek xwe bikin nobedarên vî zimanî." DÎMEN HEYE   *Şukriye Dogan a ku kurê wê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Îzmîrê ye, diyar kir ku hewcedariyên girtiyan nayên cih û bang kir ku divê girtiyên siyasî jî ji daxistina înfazê fêdeyê bigirin û pirsa ‘gelo li benda mirina wan in?’ kir.   *Welatiyên tevî vîrusa korona neçar dimînin derkevin kolanê wiha gotin: “Dewlemend zêdetir dewlemend, xizan zêdetir xizan dibin. Kirê heye, bac heye. Dewlet li şûna alîkariyê kom dike bila alîkariyê bike.” BI DÎMEN   * Hevseroka HDP’ê ya Qersê Sevda Subaşi diyar kir ku pakêta darazê ya ku girtiyên siyasî tê de cih nagirin du sal berê hatiye amadekirin, eleqeya wê bi vîrusa korona tune ye û got: “Hesab dikin ku riyekê bibînin diz, çete û dijminên jinan derxinin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka SES’ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de jî piştgiriya ji bo endamên xwe yên îxrac bûne didomînin û got: “Rewşa heyî her çiqas me di cihên girtî de bihêle jî kevneşopiya têkoşîna me wê ji bin vê derkeve.”   *Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu diyar kiribû ku kuştinên jinan di 3 mehên ewil yên salê de li gorî 3 mehên sala borî ji sedî 22 kêm bûne. Endamên Platforma Jinan a Mersînê bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku di pêvajoya vîrusê de qeyd nayên girtin, cih tüne ye jin serî lê bibin.   *Li girtîgeha Şakranê testa doktorekî pozîtîf derketibû û piştî vê fikarên girtiyan zêde bûn. Li Keça girtiyê siyasî yê bi navê Abdullah Ateş yê li girtîgeha Hejmar 2 a Şakranê girtî ye, Sevgî Ateş diyar kir ku ew bi fikarin û got ji yek kesê jiyana xwe ji dest bide dewlet berpirs e.