'Em ji bo dîtina Gulîstan Doku xebatan didin meşandin' 2020-04-14 23:28:55   AMED - Jinên ciwan diyar kirin ku qetlîyamên li ser jinê pêk tên dewlet bi destê xwe ser wan digire.   Rengê Ciwanan - Rojeva Mor, di çarçoveya li ser windabûniya Gulîstan Doku û polîtîkayên dewletê yên li ser jinê axivîn. Her wiha roj bi roj zêdebûna şîdeta li ser jinê û polîtîkayên dewletê yên taybet çima jinê hedef digire nirxandin. Program bi moderatora Nujîn Turgut pêk hat. Endama meclîsa ciwanên HDP'ê Buşra Kuyuk û xwendevanê zaningehê Zîlan Guleser tevlî bûn û di derbarê van mijaran de nirxandin kirin.   Moderator Nujîn Turgut destpêka programê de da zanîn ku Gulîstan Doku ji 5'ê Çilê de heya niha winda ye û hê jî nayê dîtin. Nujîn anî ziman ku ji aliyê destê dewletê li ser qetlîama jinan tê girtin û divê ew bi lez bê eşkerekirin. Her wiha got:"Li ser medyaya civakî her tim ji aliyê stembariya jinan xeber tên çêkirin û bi wî awayî dixin rojevê ew jî polîtîkayên taybet ê dewletê ye."   'Em ji bo dîtina Gulîstan Doku xebatan didin meşandin'   Xwendevan Zîlan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser windabûniya Gulîstan Doku û diyar kir ku Gulîstan bi zanetî nayê dîtin. Zîlan di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû: "Em ji bo dîtina Gulîstan Doku xebatan dimeşînin. Gulîstan dema ku hê winda nebibû herî dawî bi Zaynal Abarakov re hevdîtin pêk anît û Zaynal Abarakov bi zorî Gulistanê xist erebeyê. Niha Zaynal Abarakov gumanbarê herî mezin e lê ji aliyê dewletê navê wî tê windakirin. Kî, çima û ji ber çi sedemê navê Zaynal jê dibe û bi wî awayî piştrastan winda dike? Gulîstan ne ji ber ku nikarin bibînin, naxwazin loma nikarin bibînin ji ber ku bûyera Gulîstanê bi destê hikûmetê tê girtin."   'Heke Gulîstan xwe kuştibe jî ew cînayet e'   Buşra destnîşan kir ku heger Gulîstan xwe kuştibe jî ew cînayet e û wiha berdewam kir: "Li ser bûyera Gulîstanê her tim di medyaya civakî de raveyên xwekujiya Gulîstanê pêk tînin. Bi wî awayî civakê li ser xwekujiya Gulîstanê qanih dikin. Lê faîlên Gulîstanê hê jî li derve nin û faîlên wê jî dewleta ku parastina Zaynal Abarakov dike ye. Dewlet her tim faîlên jinan diparêze û demek piştre bi wî awayî wan bûyeran dide jibîrkirin."   'Baweriya jinan bi dewletê tune ye'   Buşra diyar kir ku piraniya jinan dema rastî şîdetê an jî tecawizê hatin naçin emniyetê an jî saziyên dewletê. Buşra wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ewqas şîdet û qetilkirina jinan zêde ye û heke jin ji ber vê neçin emniyet û saziyên dewletê ev nîşan dide ku baweriya jinan bi wan tune ye.  Li gorî daneyên dawî 15 salî de 241 polês, 91 leşker, 17 tîmên taybet, 15 cerdevan û 45 gardiyan ji ber sedema tecawizê hatin darizandin. Lê ji wan hebekê re jî ceza nehat birîn. Dewlet dibêje dema ku hûn rastî şîdet û tecawizê hatin herin emniyetê lê kî jinan ji destê emniyet û zîhniyeta serdest a dewletê diparêze? Berpirsiyarên qetlîama jinan hikûmeta AKP'ê û her polîtîkayên ku didin meşandin ji bo tecawiz, şîdet û kuştina jinan wêrekîyê pêk tîne. Ji ber ku helwesta hikûmeta AKP'ê tecawizê meşrû û mafdar dike. Dewlet herî zêde êrîşê jin û ciwanan dike ji ber ku heke vîna jin û ciwanan tune bike wê demê vîna civakê jî tune dike. Têvî van yekan dewlet sereke li Dêrsimê hemû bajarên Kurdistanê de polîtîkayên taybet dide meşandin û bi wî awayî dixwaze qirkirin pêk bîne."