Li Şirnexê hejmara testên ku pozîtîf derketiye gihîşt 41’an 2020-04-14 21:21:46   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê hat zanîn ku testên 9 welatiyan pozîtîf derketiye. Her wiha li gor agahiyên hatin destxistin li Şirnexê jî testên 41 kesan pozîtîf derketiye.   Li Tirkiyeyê vîrûsa kroona(Kovîd-19) ku belav bûye jiyana gel dixe bin xetereyê. Wezîrê Tendûristiyê Fahrettîn Koca di daxuyaniya ku da de got hejmara nexweşan gihiştiye 65 hezar 111’an, hejmara miriyan jî gihiştiye hezar 403’an.   Li gor agahiyên hatine diyarkirin li nexweşxaneya navçeyê ya Hezex a Şirnexê heta niha du nexweş hene. Ji aliyekî dinê ve jî li gor agahiyên hatin destxistin li gundên Şexhadir 2, Bafe3, Dikî 2, Girbaraz 1 û li navenda navçeya Hezexê jî 1 û bi giştî testên 9 welatiyan de pozîtîf derketiye.      Her wiha gund hemû di bin karantînayê de ne, di ketin û derketina gundan de jî cendirme disekinin.   Li Şirnexê testên 41 kesî pozîtîf derket!   Her wiha li giştî Şirnexê jî li gor agahiyan testên 41 kesan pozîtîf derketiye û hejmara kesên nexweş gihîştiye hezarî.