Kongreya Star Çarşema Sor li Kurdên Êzidî pîroz kir 2020-04-14 17:46:29   QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî cejina Çarşema Sor li Kurdên Êzîdî û tevahî gelan pîroz kir.    Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî cejna Çarşema Sor pîroz kir û da zanîn ku ew weke Koordînasyona Kongreya Star a Rojava cejina Çarşema Sor li Kurdên Êzidî û tevahî gelên herêmê pîroz dikin.   Daxuyanî wiha ye:   "Di serî de em sersala Êzidiyan Çarşema Sor li tevahî pêkhateyên herêmê, bi taybet Kurdên me yê  Êzidî pîroz dikin.  Ev cejin ji bo Êzidîyan di nav xwe de wateyên pîroz, olî û niştimanî digire. Di vê rojê de jiyan zindî dibe, xweza bi rengê nû, rengê jiyana nû xwe dixemilîne. Ev cejin ji bo me giyanê aştî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên herêma Mezopotamyayê de nîşan dide.   Cejna sersala Êzidiyan Çarşema Sor a îsal li gel tedbîrên li dijî pandemiya global a Koronayê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kiriye, tê pêşwazîkirin. Lewra ji bo parastina gelê me, tê xwestin ku tedbîrên Rêveberiya Xweser girtine li ber çavan derbas bikin.   Em weke Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi vê munasebeta resen li Êzidî û tevahî gelên herêmê pîroz dikin. Em teqez dikin em bi vejandina hemû cejin û munasebetên xwe yên dîrokî ve girêdayî ne. Em hêvî dikin ku munasebetên taybet ên gelê me bibe berdewama hezkirin, jiyana hevbeş, aşitî û yekitiya çarenûsî di navbera hemû çandên gelên herêmê û gelemperiya Rojhilata Navîn."