TAJÊ bi munasebeta Cejna Çarşemê alîkarî belav kir 2020-04-14 16:53:15   ŞENGAL - Bi boneya hatina Cejna serê salê ya Nîsanê TAJÊ ya Ewropayê alîkarî belav kir.    Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) a Ewropayê bi munasebeta Cejna Çarşemê alîkarî belav kir. Endamên Meclîsa TAJÊ jî bi taybet çû serdana malbatên ku ji aliyê aboriyê de zehmetiyê dikşînin. Alîkariyên ku hatine kirin li meclîsa Xanesore, Serdeştê û digurê, Sinûnê hatin belavkirin.   Endame Meclîsa TAJÊ Xoxê Cindî derbarê alîkariya ku hatiye kirin de wiha got:"Ev alîkariya ji derveyî welat hat. Jinên Êzidî yên li Ewropayê şandin. Em şanaz in. Em gelekî nikarin alîkariyê belav bikin. Lê dîsa ruxmî ku zehmetiyan em hewil didin. Ev alîkarî ji bo Çarşema Nîsanê hatiye şandin. Em jî wek TAJÊ li malbatên xizan belav dikin.    'Em gelek kêfxweş in ku me ev alîkariya girt'   Nurê Xwedêda ya ku alîkarî lê hat belavkirin wiha got:"Em gelek kêfxweş in ku me ev alîkariya girt. Em Cejna Çarşemê li hemû Êzidiyan pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ew ê rewşa cîhanê baş bibe."    'Em ji kesên xêrxwaz re spas dikin'   Jina bi navê Nûrê Hisên jî wiha got:"Yên ku ev alîkarî gihaşet ber destên me xwedê ji wan re razîbe. Em bi kefxweşî cejna xwe pîroz dikin em diçin cem cîranên xwe. Em ji kesên xêrxwaz re spas dikin. "   'Em hêvî dikin ku rojên xweş li hêviya me bin'   Endama TAJÊ Leylê Hebabî wiha got:"Ev alîkariya ku hatiye me kêfxweş kir. Me jî wek meclîsa TAJÊ xwest alîkariyê ku hatine şandin em belav bikin. Em hêvî dikin ku rojên xweş li hêviya me bin. Bila xwedê xêra kesên ev alîkarî kiriye qebûl bike. "