Şaredariya Çinarê ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê 10 hezar rûpoş û antîseptîk belav kir 2020-04-14 11:41:22   AMED - Şaredariya Çinarê ya HDP'ê xebatên xwe yên ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê didomîne. Şaredariya Çinarê ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê 10 hezar rûpoş û antîseptîk belav kir.   Şaredariya Çinarê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê didomîne. Şaredarî di çarçoveya xebatên ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê kolan, kuçe, park, kargeh, saziyên fermî hemû dezenfekte kir.  Her wiha Şaredariya Çinarê ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê 10 hezar rûpoş û antîseptîk belav kir.   Standên antîseptîka destan hatin avakirin   Şaredarî cihên wekî firin û loqenteyan teftîş dike û rûpoş û lepikan belav dike. Ji bo gel di mijara Vîrusa Koronayê de agahdar bike xebatên reklaman dike û standên antîseptîka destan hatin avakirin.