‘Em destûrê nedin ku zarokên me ‘terkî mirinê’ bên kirin’ 2020-04-14 09:19:30   Fîlîz Zeyrek   MERSÎN - Dayika girtiyê bi navê Egît Tekîn yê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Tarsusê dimîne û 5 sale girtiye, Bahriye Tekîn daxuyakirin ku bi fikar in û wiha got: “Em bang dikin ku di daxistina înfazê de wekhevî û edelet hebe.”   Ji ber vîrusa korona, li Tirkiyeyê hejmara miriyan her diçe zêde dibe. Li dijî vîrusê bê navber tedbîrên îzolasyona civakî û paqijiyê tên bibîrxistin, lê li girtîgehan ev tedbîr nayên girtin. Girtiyên di koguşên qerebalix de dimînin, diyar kirin ku di mijara xurek û alavên paqijiyê de pirsgirêkan dijîn. Malbatên bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku divê hemû girtî ji sererastkirina înfazê fêdeyê bigirin. ‘Tu tedbîr nehatiye girtin’   Dayika girtiyê bi navê Egît Tekîn yê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Tarsusê dimîne û 5 sale girtiye, Bahriye Tekîn destnîşan kir ku ji bilî betalkirina hevdîtinan tu tedbîr nehatiye girtin û got: “Em bi telefonê diaxivin. Kurê min dibêje tu tedbîr nehatiye girtin. Koguşan dezenfekte nakin. Berhemên paqjiyê nadin, dermankirinê nakin. Girtî bi derfetên xwe alavên paqijiyê digirin. Ew jî gelek biha ne. Mirin zêde dibin. Zarokên me di bin xetereyê de ne. Ewlehiya zarokên me tune. Divê demildest çareseriyek bê dîtin.”   ‘Efûyek bi edelet tune’   Bahriyeyê di berdewamiyê de, fikarên xwe anî ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê girtîgeh bên valakirin. Gelek dewletan girtîgeh vala kirin. Tirkiye hîna li pey girtina mirovan e. Dibêjin ‘em efûyê derdixin’. Lê efûyek bi edelet tune. Girtiyên siyasî tê de cih nagirin. Divê demildest di sererastkirina înfazê de wekhevî û edalet hebe.” ‘Divê hemû girtî bên berdan’   Bahriyeyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser newekheviyê û wiha dawî lê anî: “Hîna ku vîrus li girtîgehan belav nebûye divê hemû girtî bên berdan. Bila her kes rabin ser piyan. Bila bibin yek û ji bo zarokên xwe edaletê bixwazin. Zarokên me li girtîgehan terkî mirinê hatine kirin. Divê em ji vê re bêjin ‘bes e’.”