Li girtîgeha Mêrdînê rûpoş nadin girtiyan 2020-04-14 09:09:00   MÊRDÎN - Dayika girtiyê bi navê Memduh Şîmdî yê li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiye, Şemme Şîmdî, da zanîn ku rûpoşan nadin girtiyan û her roj bi gardiyanan re tên gel hev û got: “Tiştek bi kurê min bê wê kî hesab bide.”   Ji ber vîrusa korona li Tirkiyeyê hejmara kesên mirin hezar kes derbas kir. Li girtîgehan jî rîsk giran dibe. Di qanûna înfazê ya nû de cih nedan girityên siyasî û her roj nûçeyên ku tedbîr nayên girtin, tên. Li dijî vîrusê bi taybet hişyariyên rûpoş bi kar bînin tên kirin lê li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat hînbûn ku tu tedbîr nehatine girtin, rûpoş nehatine dayîn.   ‘Li ser navê paqijiyê tu xebat tune ye’   Dayika girtiyê bi navê Memduh Şîmdî, Şemme Şîmdî hevdîtina dawî ya telefonê ya bi kurê xwe re vegot û ev tişt anî ziman: “Kurê min got rewş nebaş e. Li ser navê paqijiyê tu tişt nehatiye kirin. Bêyî sûc ev 7 sale di girtîgehê de ye. Zarokên wî li bendê wî ne. Beriya bikeve girtîgehê jî pirsgirêkên tenduristiyê dijiya. Niha nikare bîhna xwe bigire û bide. Gelo bi vê vîrusê mirina wan dipên? Gelek girtiyên nexweş hene. Di vê pêvajoyê de nikarin biçin revîrê jî.”   ‘Tevî rûpoş dixwazin nadin’   Şemme destnîşan kir ku tevî girtî daxwaz dikin rûpoş nayê dayîn û wiha dawî lê anî: “Kurê min got ‘ji bilî gardiyanan kes rûpoş bi kar nayne’. Girtî dixwazin lê nadinê. Her roj bi gardiyanan re tên rû hev. Di hevdîtinên telefonê de jî hemû tên gel hev. Gelo di rewşek wisa de wê vîrus belav nebe? Bila zarokên me bên berdan. Niha mirinek pêk bê wê kî çi bike? Bila zarokên me bên berdan.”