'Piştgiriyê bidin hevdu û xwe ji Vîrusa Koronayê biparêzin' 2020-04-14 09:07:00   Xezne Celal   KOBANÊ - Welatiyên Kobanê di derbarê qedexeya derketina derve ya ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê de axivîn û wiha gotin: "Di malê de em xwe û derdora xwe ji Vîrûsa Korona diparêzin."   Piştî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 23'ê Adarê de qedexeya derketina derve li herêmê ragihand, welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di malê de xwe û derdora xwe ji Vîrûsa Korona diparêzin û biryarên Rêveberiya Xweser ên ji bo parastina welatiyan pêk tînin. Welatiyên ku bi karê rojane debara malbata xwe dikin niha ji ber ku di malê de ne û karê xwe dane rawestandin gelek zehmetiyan dibînin û pêwistiya wan bi alîkariyê heye. Di vê derbarê de welatiyên Kobanê ji ajansa me re axivîn.   'Vîrûsa Korona nexweşiyeke xeter e'   Dayika bi navê Fadîle Ehmed bang li civakê kir ku bi hêsanî nêzî Vîrûsa Korona nebin û wiha pê de çû: "Pêwist e her kes li hember nexweşiya Vîrûsa Korona xwe biparêze, bi hêsanî nêz nebin. Vîrûsa Korona nexweşiyeke xeter e. Her kes di malên xwe de li zarokên xwe miqate bin û bila dernekevin derve. Ji ber ku Vîrûsa Korona nexweşiyeke belav dibe ye û dema ku kesek ji malê werbigire giştî malbat pê dikeve. Piştî ku qedexeya derketina derve hat ragihandin em roja xwe di mal de derbas dikin û dema ku pêwistiya me bi tiştekî hebe, em diçin dikanên nêzî malê û zû vedigerin. Em di malê de piraniya dema xwe bi karan derbas dikin û zarokên min jî bi min re dibin alîkar. Bi vî awayî em xwe ji Vîrûsa Korona diparêzin. Malbatên feqîr li Kobanê hene û pêwistiya wan bi alîkariyê heye. Ji ber ku di vê demê de karê wan hatiye rawestandin."   'Piştgiriyê bidin hevdu û xwe ji Vîrusa Koronayê biparêzin'   Jina bi navê Perwîn Elî teqez kir ku di malê de parastina xwe û zarokên xwe dikin û wiha domand: "Ji ber ku Vîrusa Korona nexweşiyeke ku pêşî lê nayê girtin, tenê bi rêya paqijiyê û derneketina ji malê mirov dikare xwe jê biparêze. Niha di malê de em gelek zehmetiyan dibînin, kar û xebat hatiye rawestandin, lê em biryara Rêveberiya Xweser ku ji bo tenduristiya me hatiye girtin bi cih tînin. Em hewil didin ku zarokên me dernekevin derve. Di malê de ez û hevjînê xwe bi hevdu re dibin alîkar û malbata xwe bi rê ve dibin. Pêwist e di vê demê de malbat bi hevdu re bibin alîkar. Piştgiriyê bidin hevdu, li hemberî Vîrusa Korona xwe biparêzin û em ji bo tevahî cîhanê bibin mînak."   'Em di malê de parastina xwe ji Vîrusa Koronayê dikin'   Di dawiyê de welatiyê bi navê Salih Hisên destnîşan kir ku di malê de jiyaneke gelekî zehmet dijîn û wiha pê de çû: "Zarokên me berê diçûn dibistanê, xwendina xwe dikirin, niha dûrî xwedinê ketine û piranî dema xwe bi lîstokan derbas dikin. Di malê de tu cudahî di navbera min û hevjîna min de tune ye, bi awayekî wekhev em bi hevdu re kar dikin. Em di malê de parastina xwe ji nexweşiya Vîrusa Korona dikin, ji ber ku kar hatiye rawestandin em gelekî zehmetiyan dibînin, lê ji bo tenduristiya civakê em ji mal dernakevin. Ez hêvîdar im ku civaka me bi hêsanî nêzî vê nexweşiyê nebe, di malê de bimînin xwe û derdora xwe ji Vîrusa Korona biparêzin. Kesên ku ji bo pêwistiyan ji malê derdikevin pêwist e tedbîrên xwe bigirin çi ji aliyê rûpoş û lepikan ve."