'Bikaranîna şaş a xwezayê jîngeh ber bi tunebûnê ve bir' 2020-04-14 09:05:00   Dîcle Demhat   KOBANÊ - Hevseroka Desteya Ekolojî û Şaredariya Herêma Firatê  Ruşîn Mehmud li ser  Ekolojî û nexweşiyên van salên dawî de derketinê nirxandin kir. Ruşînê wiha got: "Zêdebûna  kargehên teknîkê û lîstina bi genetîka şînkayî, fêkî û pêşketina teknolojiyê hêdî, hêdî xwezayê  ber bi xirabûne ve dibe."   Di zimanê me de vegotina ekolojiyê zanistiya xwezayê ye.  Ekolojî zanistek e ku têkiliyên jiyanê bi  hev û hawîrdora wan re lêkolîn dike.  Dema ku tiştên zindî têne vegotin, civakên ku ji mirovan,  lawir û nebatan pêk tê, tîne bîra me.  Jîngeh hawirdoreke wekhev e ku ji bo hebûnek zindî bijî.   Ev jîngeh ji hêmanên wekî hewa, av, ax û ronahiyê pêk tê. Ekolojî bi organên zindî ve ne  girêdayî, bi pêvajoyên jiyanî re girêdayî ne.  Tiştê girîng ew e ku di jîngehê de zindî tê de bimîne  û têkiliyên wan ên hevbeş yên bi zindiyên din re ne.  Bi gotineke din, ekolojî bi mijarên bingehîn  re têkildar e ku li ser hemû zindiyan bandorek heye û ji hemû zindiyan re hevbeş in. Pêdiviya  hemû zindiyan bi têkiliyên hevbeş û wekhev heye. Zêdebûna serjimara di salên dawiyê de,  kargehên teknîk û teknolojiya pêşketî, hilweşandina ekolojîyê bi xwe re tîne. Zêdebûna kargehên  teknîkî û madeyên kîmyewî dibin sedema xirabûna gerdûn û jiyanê. Derbarê vê mijarê de  Hevseroka Desteya Ekolojî û Şaredariya Herêma Firatê Ruşîn Mehmud nêrîna xwe parve kir.   'Bikaranîna şaş a xwezayê jîngeh ber bi tunebûnê ve bir'    Ruşînê di despêka axaftina xwe de hevsengiya xwezayê çawa xirab bûye û çawa bandor li  tenduristiya mirovan kiriye wiha vegot: "Piştî şoreşa kargehên teknîkî şaş bikaranîna xwezayê  hîşt ku hevsengiya xwezayê xirab bibe. Vê yekê jî jîngeh ber bi tunebûne ve bir. Li ser  tenduristiya mirovan jî bandorek neyinî çêbû. Xirabûna hevsengiya xwezayê bandor li jiyanê kir û  ava li cîhanê kêm kir û atmosfera cîhanê xirab bû. Zêdebûna mirovan çêbû, qeyrana aborî dest  pê kir û daristan hatin tunekirin. Egzoza ereba, dukêla kargehan, tunekirina daristana, zihabûna av  û teknolojiya pêşketî di salên dawî de xweza zêdetir ber bi xirabbûnê ve bir. Dema xweza tê  qirejkirin lawir jî pê bandor dibin. Ev yek li ser tenduristiya mirovan jî bandor dike. Ji ber ku  mîrov ji hilberên lawiran fayde digire. Mînak dema av tên qirejkirin li ser masiyan bandor dike,  mirov dema masiya dixwe nexweşiyên ku masiya ji qirejiyê girtine derbasî bedena mirovan dibe."   'Dema berjewêndiyên takekesî pêşket xweza ber bi tunebûnê ve çû'   Ruşînê zêdebûna mirovan, tunekirina daristanan û ji bo zerara çekên kimyewî jî wiha anî ziman:  "Zêdebûna mirovan jî li ser xwezayê bandor kir. Ji ber ku êdî mirovan ji bo berjewendiyên xwe  xweza bi kar anî. Ji bo berjewendiyên xwe bi genetîka şînkahî, fêkî û hwd. lîstok pêşketin. Li  kêleka wê kargeh zêde bûn, daristan hatin tunekirin û şûna daristanan şaristan hatin zêdekirin.  Xirabkirina daristanan hişt ku cihê lawiran tune bibe û tunebûna lawiran çêbibe. Di heman demê  de dewlet jî ji bo berjewendiyên xwe çekên kimyawî derdixin ev jî li ser xwezayê û mirovan  bandor dike. Mînakên ku çek çiqas ser jîngehê bandora xwe heye û jiyana mirovan xirab dike li  ber çavin. Wek Hîroşîma, Helepçe, herî dawî Serêkaniyê. Cihên ku çekên kimyewî hatine  bikaranîn li ser giştî xwezayê bandorek neyînî bi xwe re anî. Ji ber wê jî xirabbûna xwezayê bi  xwe re nexweşiyên cur bi cur tîne. Yek sedema zêdebûna bakterî û virûsên cîhanê û bandora xwe  li ser jiyana lawir û mirovan dike jî ev sedem in."    'Daristan pişika bajêr e'   Ruşînê derbarê kar û xebatên saziya ekolojî ya herêmê Firatê de wiha got: "Ji ber kêmderfetiyan  destpêkê saziya me ekolojî a herêma Firatê li gel şaredariyê kar û xebatên xwe didan meşandin.  14’ê Çileya 2020’an me saziya xwe fermî vekir û dest bi kar û xebatên xwe kirin. Heta niha me du  daristan ava kirin. Yek li girê Miştenûr yek jî daristana Hîv, kar û xebatê daristana Hîv hê  berdewam e. Kêleka wê jî park hatine avakirin. Ji bo bajarekî daristan girîng e. Mirov dikare  daristanê wek pişika bajêr pênase bike. Bajar çiqas xwedî daristan be ewqas xweşikbûyina bajar  dide nîşandan. Kêleka wê jî ewqas oksijen zêde ye û mirov oksijeneke paqij digire. Ji bo xwezaya  bajarê xwe biparezin em her tim li ser kar in. Me gelek piroje danîne pêşiya xwe û em kar dikin. Ji  bo bajarê xwe û ekolojiya bajarê xwe em ê çopan ji hev derbixin, tiştên pilastik, cam, kaxiz û yên  din ji hev cuda bikin, gund û bajarê xwe bi daristanan ji nû ve şîn bikin.”   'Di sedsalên dawiyê de nexweşî zêde bûne'   Ruşînê bal kişand ser Virusa Korona û bandora li ser xwezayê çi ye û wiha dawî li axaftina xwe  anî: "Virusa Korona (Kovid-19) jî bi destên dewletên desthilatdar hatiye çêkirin û li ser tevahî  cîhanê bandorek neyînî çêkir. Bi pêşketina teknolojiyê re dewlet bi genetîka bakterî û virûsan  lîstin. Virûsa Korona jî wisa hat çêkirin û dewlet niha ji ber vê nexweşiyê neçar mane, nikarin  pêşiya wê bigirin. Wek saziya ekolojiyê ji bo ku em parastina gelê xwe û xwezaya xwe beramberî  vê virûsê bikin, me bi lez bi şaredariyê re kar û xebat dan meşandin. Dezenfektekirina bajêr,  pakijkirina kolanan, gundan û beramberî vê nexweşiyê hişyarkirina gel hat kirin. Bandora  nexweşiya Korona li ser lawiran jî heye ji bo wê jî me proje daniye pêşiya xwe em ê ji bo lawirên  di kolanan de yên ku bê xwedîne baxçeyekî amede bikin û lawirên bê xwedî li wir bi cih bikin.  Wek saziya Ekolojî em ê kar û xebatên xwe berdewam bikin."