Li Ewropayê tedbîr dereng hatin girtin 2020-04-14 09:02:00   Berîtan Canozer    NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber xemsarî bê tedbîriya dewletan vîrûsa koronayê li seranserê cîhê belavbû. Bîlanço her roja ku diçe girantir dibe û Duygu Erol û Gul Oner li Ewropayê dijîn û gotin: "Ji ber ku dewlet di girtina tedbîran dereng ma û niha nikarin pêşiya şewbê bigirin."   Gelek welat ji vîrûsa koronayê bi bandor bûn û bîlançoya ku her roj tên aşkerakirin rewşa xetereyê radixe li ber çavan. Ligel nêzîkatiyên dewletan û welatiyan rewş gihaşt asta niha. Duygu Erol li Fransayê dijî bal kişand ser rewşa Fransayê û Gul Oner jî li Swîsre yî dijî bal kişand ser tedbîrên ku hatine girtin.    Duygu, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Fransa di tedbîr girtinê de gelek dereng ma û wiha axivî: "Bi belavbûna vîrûsê re hemû dibistan û zanîngehan hatin girtin. Lê hilbijartinên herêmî nehat betalkirin. Fransa hem ji aliyekî de bangewazî kir û aliyek jî xwest gel biçe ser sindoqan. Ev tişt helwesta Fransayê nîşan da. Ji ber derengmayîna tedbîran hêjmara miriyan jî her ku diçe zêde dibe. Bi agahiya qedexekirina derve gel bi lez û bez xwarin, maske û dezenfektanên xwe îstif kirin. Di serî de gel nehat hişyar kirin û bi wî awayî gel rewşê cidî negirt."   ‘Tedbîrên Macron tenê ji bo şîrketan bû’   Duygu, destnîşan kir ku Macron tenê ji bo şîrketan tedbîr girt û wiha dom kir: "Daxuyaniya Macron de, ji bo faturayên ceyran, av û gaza xwezayî biryar hat dayîn ku neyê sitendin, lê ew tenê ji bo şîrketan bû. Ji bo gel tedbîrek wisa nehat dayîn. Ligel polîtîkayên ku tên meşandin rewşa aborî jî her ku diçe têk diçe. Ji ber belavbûna vîrûsê gel di nava fikaran de ne û niha kesek be maske û bê lêpik dernakevin derve. Pîr û kalên Fransayê niha li malên xwe dimînin."   'Rewşa bê karan zehmet e'   Duygu, bal kişand ser tedbîrên ji bo tenduristiya gel û wiha axivî: "Pirsgirêka Fransayê a herî mezin bêkarî ye. Her wiha ji bo kesên dixebitin alîkariyeke aboriyê hat dayîn, lê ji bo kesên bêkar re ew alikarî nehat kirin. Dîsa ji bo penaberan jî tu derfet nehatin amadekirin. Bi hezaran kesên bê mal hene û tenê saziya alîkariyê ya Fransayê alîkariyê dide wan kesan. Her wiha li dijî belavbûna vîrûsê jî cihek taybet jî wan kesan hat amadekirin lê belê derfetên li vir jî ne baş in."   ‘ Li vir jiyan rawestiya’   Gulê li Swîsreyê dijî û bal kişand ser tedbîrên ku li vir tên girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Swîsreyê jî her ku diçe hejmara miriyan zêde dibin. Niha gel di nava fikaran de ye. Ji ber vê jî qada tenduristiyê di nava fikaran de ne. Her wiha li seranserê welat OHAL hat îlankirin. Bi wî awayî ji bilî market, banqe, dermanfiroş û postayan cihên din hatin girtin. Bername û çalakî hatin betal kirin. Dibistan hatin girtin, bi giştî li vir jiyan hat rawestandin."   Gulê, destnîşan kir ku hikûmeta ji bo alîkariyê bûdçeyek hat amadekirin û wiha got: "Ji bo gel dernekeve derve budçeyek hat amadekerin. Her wiha li vir tedbîr di asta herî bilinde ne. Niha li dûrê nexweşxaneyan kon hatine vedan û her kes diçe li vir test dike. Ligel tedbîr û xebatan em dîsa jî di nava fikaran de ne."