Li Hezexê gundek kirin bin karantînayê 2020-04-13 22:22:28   ŞIRNEX - Hat zanîn ku gundê Dêkê yê navçeya Hezexê ji ber vîrûsa koronayê kirine bin karantînayê. Her wiha li gor agahiyan 3 welatiyên gund jî ji ber vîrûsê şandina Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.   Li gundê Dêkê yê navçeya Hezex a Şirnexê, hat zanîn ku ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) kirine bin karantînayê. Li gor agahiyên ku hatin destxistin 3 welatiyên ku ji Stenbolê hatine çûne gund, ji ber kuxuk û sincirandina laş çûne nexweşxaneyê. Hat zanîn ku testên 3 welatiyên ku hatin kirin şûnde wan şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.       Gund kirin bin karantînayê     Ji ber vîrûsa koronayê jî gund ji roja pêncşemê vir de di bin karantînayê de ye, ketin û derketina gund jî ji aliyê cendirmeyan ve hatiye girtin.   Nexweşxaneya navçeyê ji bo pandemiyê hat amadekirin   Her wiha Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê jî piştî biryara hat girtin şûnde, kirin nexweşxaneya pandemiyê. Ji aliyekî dinê ve jî li 2 baxceyên nexweşxaneyê 2 konên sahrayê hatin avakirin. Ji aliyekî dinê ve jî li gor îdîayan li nexweşxaneya navçeyê de 2 nexweş hene.   Her wiha Wargehan Xwendekaran a Hezexê jî ji bo karantînayê hatiye amadekirin.