Nexweşxaneyek taybet ji bo Vîrûsa Korona hat amadekirin 2020-04-13 14:45:32   HESEKÊ - Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê nexweşxaneyeke taybet li Dirbêsiyê vekir.   Ev demek Vîrûsa Korona li tevahî cihanê belav bûye. Desteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê tedbîrê xwe digre û nexweşxaneyên taybet amade dike. Îro Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê Nexweşxaneya Şehîd Xebat wekî cihekî taybet ji bo nexweşiya vîrûsê hat amadekirin.   'Karmendên tenduristiyê ji bo xizmeta civakê amade ne'   Ji Rêveberiya Nexweşxaneya Şehîd Xebat Ezîza Mihemed teqez kir ku ev nexweşxane bi armanca rêgirtina li ber belavkirina Vîrusa Koronayê hate amadekirin û wiha domand: "Ev demek ev vîrûs li tevahî cihanê belav bûye, ji bo wê jî wekî xebatê tenduristiyê tedbîrê xwe digirin da ku em rê li ber belavkirina vê virusê bigirin. Ev nexweşxane ji kesên ku rewşa wan bi guman be dê pêşwazîkirin û lê were bicihkirin Heta niha li Dirbêsiyê tu rewşê korona nehatine jiyîn."   Ezîzayê di dewama axaftina xwe de amadekariya nexweşxaneyê wiha anî ziman: "Di nexweşxaneyê de 3 cîhazên bihîndayînê, 7 Ode, 85 karmendên tenduristî û 12 bijîşk hene û ji bo xizmeta civakê amade ne ."   ‘Bi yekrihî em ê vê xeteriyê derbas bikin'   Ezîzayê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li malên xwe bimînin û parastina xwe bikin, da ku bi hev re vê xeteriyê derbas bikin.