Platforma Jinan a Dêrsimê: Gumanbar tê parastin 2020-04-13 14:05:35   DÊRSIM - Ji bo Gulistan Doku ya ku 100 roj in agahî jê nayên girtin, Platforma Jinan a Dêrsimê daxuyaniyek da û gotin: “Gumanbar Zaînal Abarakov tê parastin û veşartin.”    Platforma Jinê ya Dêrsimê, derbarê aqûbeta xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ya 100 roj in agahiyê jê nayê girtin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ligel 100 roj bi ser windabûna Gulistanê re derbas bûn jî, hîna nehatiye dîtin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev 100 roj in bi tu awayî agahî ji Gulistanê nayê girtin. Ser gumanbar Zaînal Abarakov bi awayekê pir aşkere hat parastin û veşartin. Lê ji ber ku me pirsa aqûbeta Gulistan kir, gaza îsotê li me reşandin û mudaxileyî me kirin. Dûre bi binçavkirinan hewl dan me bêdeng bikin. Heya ku faîlên Gulîstan bên cezakirin, em ê aqûbeta wê pirs bikin. Gulîstan Doku li ku derê ye?”