TEV-DEM: Rewşa girtiyên siyasî yên Tirkiyeyê cihê fikarê ye 2020-04-13 13:30:36   NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM bi daxuyaniyek bal kişand ser rewşa girtîgehên Tirkiyeyê û wiha hat gotin: "Dewleta Tirk pîvanên navneteweyî binpê dike. Lewma em bang li rêxistinên mirovî û hiqûqqî dikin ku berê xwe bidin rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê û Îmraliyê.'   Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), têkildarê rewşa girtîgehên Tirkiyeyê de daxuyaniyek da û bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.    TEV-DEM, di daxuyaniyê de wiha got: "Di demeke wiha de ku koronavîrus li seranserê cîhanê belavbûye, tedbîrên pêwîst hem ji bo civakê hem jî ji bo kampan û girtîgehan têne girtin, her wiha gelek dewletan hin dosya di ber çavan re derbas kirin, ji wan dosyayan yek jî ya girtiyên siyasî ye û girtî serbest berdan an jî karantîna ji wan re veqetandin û rê dan serdana parêzeran û malbatan.    AKP-MHP û dewleta Tirk zehmetiya pandemiyê dikişînin lê hîn jî siyaseta xwe ya şovenîst  berdewam dikin, îsbata vê yekê nêzîkatiyên dewleta Tirk ji dosyaya girtiyên siyasî, raya giştî û keysbazkirina rêxistina Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafnas û mirovî ji mijûlbûna bi koronavîrusê re ye. Ji ber ku ew jî zehmetiya belavbûna vîrûsê dikişînin û hîn jî negihaştine çareseriyekê yan jî dermanekî.   Li ser vî esasî piştî ku hejmara kesên di girtîgehên dewleta Tirk de yên ku bi vîrûsê ketine yan mirine hate eşkerekirin, rewşa rêber Abdullah Ocalan fikaran ji mirov re çêdike.   Redkirina serdan û hevdîtina bi rêber Ocalan re hîn zêdetir bala civaka Kurd û civaka azadîxwaz dikişîne ser grava Îmraliyê, nexasim ku dewleta Tirk kiryarên dermirovî li dijî şehîd Egîd Îpek, dema cenaze di pakêtekê de ji dayika wî re şand, pêk anî û li pêşberî saziyên mafên mirovan pîvanên civaka navneteweyî binpê dike. Di vê demê de civaka navneteweyî bi pandemiya vîrusê ve mijûl e û dewleta Tirk kiryarên dermirovî dide meşandin û bi vê yekê dixwaze ji nû ve îradeya gelên têkoşer derbe bike.    Em bang li rêxistinên mirovî û mafnasan dikin ku rewşa girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de di ber çavan re derbas bikin û li beramberî kiryarên dewleta Tirk ên şovenîst ji Girava Îmraliyê û girtiyên siyasî re bi berpirsyariya xwe rabin."