'Di encamê de di bin okyanûsên bêbinî de lêgerînê nakin' 2020-04-13 12:54:31   DÊRSIM - Navenda Lêkolînê ya Dêrsimê ji bo Gulistan Doku ya ku ev 10 roj in nayê dîtin daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Di encamê de di bin okyanûsên bêbinî de lêgerînê nakin. Loma divê lêkolîn bêyî ku bibe sedema fikaran bê kirin."   Navenda Lêkolînê ya Dêrsimê, derbarê aqûbeta Gulistan Doku ya 100 rojin agahiyê jê nayê girtin de daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Gulistan zaroka hemû Dersimiyan e û wiha hat gotin: “Divê rayedar derbarê lêgerîna Doku û lêpirsîna bi rêve dibin de, agahiyên zelal û berfireh bi parve bikin.”   Di daxuyaniyê de hat xwestin ku rayedarên lêpirsina Doku bi rê ve dibin bi awayekê zelal lêpirsînê bi rêve bibin û ev tişt hat gotin: “Em weke Dersimiyan li gel malbata Doku ne. Em dixwazin ku di lêpirsînê de tiştek veşartî nemîne.”