Saziya Malbatên Şehîdan ên Efrînê ji bo Egîd Îpek daxuyanî da 2020-04-13 12:42:19   ŞEHBA - Saziya Malbetên Şehîdan a Efrînê di derheqê şandina cenazeyê Egîd Îpêk ê bi rêya karogaya PTT daxuyanî li gundê Tel Qirehê da û ev rewş şermezar kir.   Dewleta tirk cenazeyê Egîd Îpêk ê ku di sala 2017’an de li bajara Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû bi rêya karogaya PTT'ê ji malbata wî re şandibû. Li hember vê buyerê Saziya Malbatên Şehîdan ên Efrînê bi tevlîbûna endamên saziyê û nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya daxuyaniyekê ev bûyer şermezar kir. Daxuyanî ji aliya Rêveberiya Meclîsa Malbetên Şehîdan a Efrînê Sureye Hebeş ve hat dayîn.   'Dewleta tirk bi salan cenazeyê me di destê xwe de dihêle'    Sureya wiha got: "Dewleta tirk her kêliyê hovîtiya xwe dide nîşandan bi taybet buyera teslîmkirina cenazeya Ş. Egîd vê yekê teqez dike. Dewleta tirk bi salan cenazeyên zarokên me di destê xwe de dihêle û bi awayekî hov teslîmî malbetê dike. Piştî sê salan ji şehadeta şehîd Egîd, tê dayîn. Bi vê buyerê dewleta tirk dixwaza çavê Gelê Kurd bitirsîne û ji doza azadiyê dûr bixîne."   'Gelê Kurd dev ji doza azadiyê bernade'   Sureya herî dawî bang kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi hezaran Egîd hene û di her kêliyê de li çeperan şer dikin. Şehadeta Şehîd Egîd cihê serbilindiyê ye. Her dewleta tirk kesên azadîxwaz xistiye zindanê û teror li cîhanê belav kiriye. Lewra em bang li hemû hevalbendên dewleta tirk dikin ku şiyar bibin, rastiya dewleta tirk nas bikin û tu carî Gelê Kurd wê dev ji doza azadiyê bernede.”   Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Faşîst Erdogan" bi dawî bû.