'Rola huner û hunermendan di vê pêvajoya girîng û hesas de pir pîroz e' 2020-04-13 09:02:00   Roj Hozan   QAMIŞLO - Hevseroka Tevgera Çand û Hunerê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Botan, derbarê rola çandê ya di nava civakê de û bandora wê li ser mirovên herêmê nirxandin kir û got:  "Rola huner û hunermendan di vê pêvajoya  girîng û hesas  de pir pîroz e û hişyariyeke mezin dide civakê. Îro em hemû di ber civaka xwe de berpirsyar in."   Tevgera Çand û Hunerê di civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di nava rewşên herî zehmet de xebatên xwe her dewam kir. Di rewşên şer û êrîşan de xwedî rolên pêşeng bû. Bi derxistina stranên şoreşê hestên civakê her geş kir. Her wiha di nava vê rewşa heyî jî a derketina nexweşiya Vîrûsa Koronayê, Tevgera Çandê dîsa bi huner û şîretên xwe dilê mirovên civakê rehet dike û rewşeke dûrî  tirsê dide avakirin. Têkildarî mijarê Hevseroka Tevgera Çand û Hunerê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Botan, rola çandê ya di nava civakê de û bandora wê li ser mirovên herêmê nirxanên xw ji mere parve kir.    'Rola huner û hunermendan di vê pêvajoya  girîng û hesas  de pir pîroz e'   Nesrîn di destpêka axaftina xwe de li ser rola Çand û Hunerê ya di nav civakê de axivî û wiha got: "Rola huner û hunermendan di vê pêvajoya  girîng û hesas  de pir pîroz e û hişyariyeke mezin dide civakê. Hunermend bi rêya staranên xwe hestên xwe tînin ser ziman û bi nivîs, tablo, şanoyên xwe civakê hişyar dikin.  Ji bo wê jî em dikarin bêjin ku heya asteke bilind civaka me li hestê hunermend guhdar e."   'Em hemû di ber civaka xwe de berpirsiyar in'   Nesrîn derbarê biryarên Rêveberiya Xweser ên ji bo nexweşiya Vîrûsa Koronayê nêrîna xwe anî ziman û wiha got: "Di nava rewşa heyî de û ji bo ev Vîrûsa Koronayê li herêma me dernekeve, biryarên Rêveberiya Xweser di cih de bûn. Em jî weke hunermend bi rêklamên biçûk, bi şanoyên ku gel baldar bikin tevlî vê pêvajoyê, bûn.  Ji ber ev ne erkê aliyekî tenê ye, îro em hemû di ber civaka xwe de berpirsiyar in.  Gelê me jî li van biryaran xwedî derdikeve. Tevî rewşa heyî jî karê me yê hunerî ranewestiyaye, ji ber di zerfên mîna şer û êrîşan de em bi hunerê jiyan û bi gelê xwe jî dida jîyîn, di vê navberê de rehetiyek di nav  dilê wan de çêdibû. Civak û hunermend bi hev re girêdayîne û baweriya gel bi hunermendan heye."     'Sîstemên desthilatdar naxwazin jin bi çandê re bijî'   Nesrîn di dawiya  gotina xwe de destdirêjiya sîstemên serdest ên li ser çanda jinê nirxand û wiha pê de çû: "Ji dîrokê heta niha, dijminatî ji aliyê sîstemên desthilatdar ve ji çanda jin re tê kirin. Jin di nava kîjan beşê jiyanê de çalak be, tê hedefgirtin.  Bi taybet çanda jinê ya ku her zindî maye hate hedefgirtin. Herî dawiyê jî li Bakurê Kurdistanê hin hunermend ji aliyê dewleta tirk ve hatin girtin, di vê navberê de ji bo berdewamiya xeta têkoşîna jinê hunermend Hêlîn Bolek çalakiya grevê dest pê kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Em dikarin bêjin sîstemên desthilatdar naxwazin jin bi çandê re bijî, ji ber ger ku çand zindî bibe ev civak jî rih pê tê û derdikeve pêş. Têkoşîna jin ji bo çand û hunera xwe, kesayeta jina azad  diafirîne."