'Zarokên me li hember zilmê bêdeng neman em jî namînin’ 2020-04-13 09:01:00   Medya Uren- Berîtan Canozer     AMED - Halîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê Egît Îpek bi riya kargoya PTT’ê jêre hatin şandin diyar kir ku ew piştî qetilkirina Egît bi zilmeke mezin a dewletê re rûbirû mane û wiha got :”Ji qetilkiran Egît heta definkirina wî zilim li me kirin. Zarokên me li dijî zilmê ji bo têkbikoşin bere xwe didin çiyayan.  Zarokên me çawa li hember zilmê bêdeng neman, em ji bêdeng nemînin.”   Egît Îpek (Kemal Berxwedan) ê HPG’yî di Operesyoneke lêşkerî ya 23’yê Gulana 2017’an de li Girê Xelasor ê Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî agahiya şahadeta wî malbatê ji bo testa DNA’yê xwîn da û xwest cenazeyê wî bigire. Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê piştî encama testa DNA’yê a li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê diyar bû di 2’yê Adarê de hestiyên wî xistin paketan  û weke kargo bi riya postê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şandin.  Dayika Egît Halîse Aksoy ji bo cenazeyê kurê xwe bigire 3 salan têkoşîn da. Piştî 3 salan ji nîşka ve cenazeyê Egît di 10’ê Nîsanê de di paketeke kargoyê de radestî Helîseyê hat kirin.    Cenazeyê Egîd di heman rojê de ji aliyê malbatê ve li taxa Tizyan Mêrdînê hat definkirin. Di dema anîna cenaze de jî cendirmeyan gund dorpêç kirin û nehêştin gundî beşdarî merasîma definkirinê bibin. Tenê 3 kes beşdarî merasîmê bûn û cendermeyan nehêliştibû Halîseyê  jî tevli merasîmê bibe. Dayika Halîse ya ku em ji bo sersaxiyê çûn mala wê derbarê tişta dewletê anî sere wan de axivî.   ‘Ezê tucarî bê deng nemînim’   Me li deriyê dayika Halîse xist, bi vebûna derî re me sersaxî û sebr xwest. Dayikişa Helîse ku em li kêleka wê rûniştin, got: “ Eş û zilma dijmin bi me dide kêşandin  bû para min jî. Hestiyên Egîdê min xistin paketekê û radestî min kirin.” Piştî demeke kin me xwest em sedema hatina xwe ya ji bilî sersaxiyê jî vebêjin. Lê zimanê me zahmet geriya û me got em dizanin rewşek girane, axaftin zore lê em dixwazin hun ji me re bûyerê vebêjin. Lê dîmenek ji hêviyên me mezintir li malê serwer bû. Di çavên dayikê de hêrs, xerîbî û li ser rûyê wê êş hebû. Dayikê li me temaşe kir û got: “Hûn keçen minin, dijmin ewqas  me tijî kiriye ku îro roja axaftinê ye. Li dijî êrîşên wan ên faşizan zarokên me diçin çiyan. Lê  qetil dikin û bêrêziyê li hemberî cenazeyên wan nişan didin. Zarokên me çawa li hember zilma wan bêdeng neman, em jî bêdeng nemînin.”  Halîse bi van gotinan re dest bi çîroka xwe kir û got: “Em ji wekî hemû kurdan bi koçberî, komkujî û zilmê re rûbirû man. Em ji Mêrdînê bûn, hikumetê hertim bi ser gûndê me de digirt, av û xwarin ji ser me dibirîn. Ber bi sala 1993’an de weke gelek gundên hatin valakirin û şewitandin, gundê me jî hat valakirin û em neçarê koçberiyê hatin kirin. Me jî ber bi Stenbolê ve koç kir. Li wir  kesê pere hatibûm zewicandin terka min û zarokan kir. Min zarok bi tena xwe mezin kirin. Li metropolên mezin ev çiqas zore hun dizanin. Min bi kedeke mezin di ber zarokên xwe de da. Di encama vê êşê de tenê hêviyeke min hebû ku zarokên min vê keda min vale dernexin û ez tim bi wan serbilind bim.”   ‘Wan tucarî serê min berjer nekir’   Dayika Halîse wêneyên Egît ên bi malê ve daleqandî nîşanî me dan. Wêneyeke zarokatiya wî hilgirt û got: “Di wê demê de bû, hîna Egîdê min nû rêxistina ciwanan nas dikir. Egît di wê pêvajoyê de çend caran tê binçavkirin, lewra tê darb kirin û îşkence lê tê kirin. Lê wî  birînên xwe ji min hertim veşartin, lê ez dayika wî bûm, min dizanî çi lê hatiye. Dema polîsan Egîd digirt di serî de ji ber navê wî ceza lê dibirîn. Ji ber van êrişên netewperest Egîd xwe spart çiya. Ji ber ku li wê azadî dîtibû.  Wî li hemberî zilmê serî ne tewand û çû. Ez ê tim şopdarê vê têkoşana wî ya heqîqetê bim. Bi Egîd re 2 zarokên min tevlî refên gerîla bûn û ev ji bo min cihê şanaziyê ye. Bi vê re ez dizanim ku min zarokên hêja mezin kirine. Ji ber ku wan li şuna jiyanek bê şeref, mirinek bi şeref hilbijartin. Wan tucar serê min berjer nekir, xwedî li keda min derketin û Egît bû layiqê navê xwe. Lê piştî çûna Egîd ji nu ve gef û êrişên dijmin li ser me zêde bûn û her roj digotin Egît li kuye. Me êdî hew karibû û me dubare riya Mêrdînê girt. Ji ber rewşa aborî me ji wê jî  koçî Amedê kir.”   ‘Egît ne li vire biçe ji Rêxistinê bixwaze’   Egît di salên 2017’an de li Dêrsimê di operesyonek leşkerî de jiyana xwe ji dest dide. Piştî malbat vê ji televîzyonê dibihîzin diçin ji bo testa DNA’yê li Dêrsimê xwînê didin. Dayika Helîse bi salan ji bo girtina cenazeye lawê xwe têkoşînê dide. Lê jêre dibêjin ‘Egît ne li vir e biçe ji Rêxistinê kurê xwe bixwaze’. Lê li gel van hemû gefan dayik Helîse  dev ji vê dozê bernade. Piştî 3 salan dibêjin va ye were paketek ya te heye li vir, divê tû bigirî. Halîse çend car diçe serlêdanê dike lê rastî gotin û nêzîkatiyên hişk ên polîsan tê. Halîseyê got wê deme wê hîs kiriye ku tiştek derbarê lawê wê de heye  û ev tişt got: “Dema ku ez ketim hundir ji min re gotın hestiyên kurê te hatine.  Wê deme hiş di sere min de nema û ez bi alîkariya keça xwe rûniştim. Di heman demê de paketek nîşanî me kirin. Paket li erdê hatibû danîn, qutiyeke biçûk bû û bi paçek sipî hatibû pêçan. Ez ne li benda ewqas hovîtî bûm. Wan bi salan cenaze li gel xwe hêşt, we çi jê dikir? Lê ew jî bes nedîtin û hestiyên wî xistin paketekê, bi riya kargoyê şandin. Li hemberî miriyên kurdan jî bêrêziyê dikin. Min dijminahiya wan ji kurve hîs kir.”   ‘Nehêştin mele merasîma definkirinê bi rêve bibe’   Halîse got li ser merasîma definkirinê jî wan hovîtiya xwe da berdewam kirin, beriya cenaze were  gundê Tizyanê hat girtin, canderme li goristanê ji rawestiyan û nehiştin ku gundî tevli merasîmê bibin. Tenê 3 kes beşdar bûn. Halîseyê got wan li ser goristanê  bang mele kirine ku  merasîmê birêve bibe, mele erê kiriye û piştî ew derketine cendermeyan gef li mele xwariye ku neyê meresîmê. Daik Helîse wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me bi vî rengî merasîma xwe kir, cenderme bi çekên xwe li gel me rawestiyan. Min hestiyên Egîdê xwe ji nedîtin, nehêştin, ev bu kul ji min re. Egît navê şêrane, ji ber wê yekê ye ji hestiyên wî jî tirsiyan. Li Kurdistanê  Egîd naqedin bila ev jî bibe dert ji wan re. Kurê min ne Egîdê yekm û nejî yê dawî ye û serbilindya min e.  Min bi ala kesk, sor û zer ew spart axê, Min bi lorkên xwe cara dawî axa wî himbêz kir. Min got, Oxir be Egîdê min, te xwe kir şagirtek yê Ocelan û tu bûyî fedayiyê Kurdistan. Oxir be, şêrê min. Ezê tim serbilind bim bi te. Bila rihê te ji aram be şêrê kurdan.”