ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2020’AN 2020-04-13 09:00:00   *Halîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê Egît Îpek bi riya kargoya PTT’ê jêre hatin şandin diyar kir ku ew piştî qetilkirina Egît bi zilmeke mezin a dewletê re rûbirû mane û wiha got :”Ji qetilkiran Egît heta definkirina wî zilim li me kirin. Zarokên me li dijî zilmê ji bo têkbikoşin bere xwe didin çiyayan.  Zarokên me çawa li hember zilmê bêdeng neman, em ji bêdeng nemînin.” BI DÎMEN   *Parêzer Newroz Uysal, di pêvajoya vîrusa koronayê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike nirxand û got: “Ji ber ku em nikarin hevdîtinê pêk bînin nikarin li Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin em nikarin agahiyan jî bigirin. Lê  bêhiqûqî 21 sale li Îmraliyê bi heman awayî berdewam dike. Ne mafên girtiyan qanûnî hat nasîn û ne jî mafê axaftina bi telefonê dan.” BI DÎMEN   *Endama Pîrevokên Kampûsê Selîna Sahra li ser zêdebûna tundî tujiya li ser jinan bi me re axivî. Selîna got zilamê serdest ê ku hevpeymanên em weke temînata jiyana jinan bi nav dikin pêknaynin , ango pişgirî didin tacîzcî û qetilkaran û wiha got : “Li dijî van êrişan em ê bi diruşma hêza xuşkan  tora xwe ya hevkariyê xurt bikin û bi ser kevin.”   *Li Tirkiyeyê û herêmê şewba vîrûsa koronayê  her ku diçe belav dibe. Li gel belavbûna vîrûsê li kolanan û kûçeyan  tê dîtin ku  tedbîr di asta herî jêr de ne. Ji bo ku em rewşê ji nêz ve bibinin me berê xwe da kuçe û kolanên Amedê. Amedî ji rewşa heyî bi bertekin û dibêjin:” Dewlemend xwe diparêzin xîzan jî ji bo  ku wan têr bikin dixebitin.” BI DÎMEN   *Hevseroka Tevgera Çand û Hunerê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Botan, derbarê rola çandê ya di nava civakê de û bandora wê li ser mirovên herêmê nirxandin kir û got:  "Rola huner û hunermendan di vê pêvajoya  girîng û hesas  de pir pîroz e û hişyariyeke mezin dide civakê. Îro em hemû di ber civaka xwe de berpirsyar in." DÎMEN HEYE   *Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, derbarê xebatên jinê yên di nava rewşa tedbîrên ji bo Vîrusa Koronayê de hatine girtin, nirxandin kir û got: "Jin ji bo parastina civaka xwe seferber bûye. Kesên ku di nava kar û xebatê de ne  li parastina bedena xwe baldar in. Hem karê xwe dikin û hem jî civaka xwe ji vê vîrûsê diparêzin. Banga me  ji bo mirovên civaka me heye ku li malê xwe bin." DÎMEN HEYE   *Parêzer Ebru Tîmtîk di 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhert rojiya mirinê. Xaltiya Ebruyê, Sultan Kaya, diyar kir ku ew edeletê dixwazin û got: “An beyî sedem wê bi salan bihatana girtin an jî wê li dijî vê dijhiqûqiyê serî hilbidana. Wan li dijî dijhiqûqiyê serhildan tercih kirin. Wê bi ser bikevin. “   *Jinan diyar kirin ku bi pêvajoya vîrusê re bangên ‘li malê bine’ tên kirin û ji ber vê şîdet û kuştinên jinan jî zêde bûne û got: “Dewlet nikare jinan ji nedîtîve bê.”   *Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden, der barê mijara ku ekîpmanên tibî yên li dijî vîrûsê li Tirkiyeyê hatine hilberandin, ji bo welatên din hatine şandin de nirxandin kir û got: “Ji welatiyan pereyan kom dikin û tevî hemû kêmasiyan van dişînin welatên din. Ev populîstî ye.”   *Ayaz Ozdemîr û Furkan Oner yên 6 salî di encama gelek bêtedbiriyên mezin de di bin bloka betonê ya dibistanê de man û jiyana xwe ji dest dan. Di doza herdu zarokan de, Dadgeha Îstînafê , cezayên li gumanbaran hatibû birîn daxist.