Ciwanên Mexmûrê: Berxwedan jiyan e 2020-04-12 20:09:37   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr bêexlaqiya li hember cenazeyê Egîd Îpek bi daxûyaniyêkê şermezar kirin.   Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) îro li saziya Ciwanan bi peşengitiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê (TJCM) bêehlaqiya li hember cenazeyê şervanê HPG'ê Egîd Îpek bi daxûyaniyekê şermezar kirin.   Di destpêkê de ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Pîştî rezgirtinê daxûyanî ji aliyê endama TJCM’ê Suret Kara ve hat xwendin.    Daxuyani wiha ye:    “ Bi salane em bi bêehlaqiya dijmin re rû bi rû dimînin. Li dijî vê yekê em li berxwe didin. Ev sed sale her cara ku Kurdan daxwaziya mafê xwe kirine, rastî komkujiyan hatine û heft salî heya heftî salî hatine qetilkirin. Zimanê me û çanda me hatiye qedexekirin. Goristanên me hatine hilweşandin. Îro jî hestiyên berxwedêrên me ji dayîkên wan re bi rêya postayê tê şandin.  Li dijî bêehlaqiyê û faşîzmê rêya serkeftinê yekîtî û têkoşîn e. Banga me ji bo hemû gelême yê welatparêz û berxwedêr û bi taybet jî ciwanan re ew e ku em gotina Mazluman a “ Berxwedan Jiyan e” ji bo xwe bikin bingeh û hemû parçeyên Kurdistanê bi berxwedanê geş bikin. "   Piştî daxûyaniyê dirûşmên ‘bimre bindestî û dagirkerî, bijî berxwedana gelê Kurd û Kurdistanê, bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.